Rojnamegerên li herêma erdhejê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

Rojnamegerên ku dema li herêma erdhejê nûçe dişopandin hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Di îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan de, pirsa "Hûn çima hatin vir?" ji wan hat pirsîn û kartên çapemeniyê yên rojnamegeran hat desteserkirin.

Riha- Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmut Altintaş û nûçegihana JINNEWS'ê Sema Çaglak ên ku li navçeya Bêrecûk (Birecik) ya Rihayê dema şopandina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Rojnamegerên ku bi hinceta kartên “turkuaz” ên Midûriyeta Ragihandinê tune ne hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Bîrecîkê îfadeyên wan hatin girtin. Hat hînbûn ku ji rojnamegeran pirsa "Hûn çima hatin Bîrecîkê?", "Kê karta kargehê daye we?" hatiye pirsîn.  Rojnamegerên ku kartên wan ên çapemeniyê hatin desteserkirin, piştî îfadeyê hatin berdan.