Şaredarê Dîlokê heqaret li mexdûrên erdhejê kir

Şaredarê Şahînbeylî Mehmet Tahmazoglu û polîsên pê re heqaretê li welatiyên li Parka Yeşîl Vadî ku naylonan kişandin ser kamelyayan kir û got, “Hûn parkê dagir dikin.”

Navenda Nûçeyan – Di encama erdheja 6’ê Sibatê ya li Dîlok û Mereşê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin, gel bi derfetên xwe li kêleka park, petrol û rêyan dimînin. Li Dîlokê gel şev û roja xwe li derve di nava sermayê de derbas dike.

Heqaret li welatiyan dikin

Dema ku gel li Parka Yeşîl Vadî ya li Taxa Vatanê ya navenda bajêr hewl dida naylonan bikşîne ser kamelyayan û xwe germ bike Şaredarê Şahînbeylî Mehmet Tahmazoglu tevî polîs û cerdevanan bi ser Parka Yeşîl Vadî de girt. Mehmet Tahmazoglu got, “Hûn vê derê dagir dikin. Hûn zirarê didin malê dewletê, hûn ê ji vir derkevin” û heqaretê li welatiyan kir.

Ciwan hatin binçavkirin

Welatiyên li parkê bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin, “3 roj in em li vir in, we şorba germ neanî. We rewşa me nepirsî. Hûn heta vê saetê li ku bûn? Wê demê çadirekê bidin me em ê ji vir derkevin."

Hat diyarkirin ku 3 ciwanên bertek nîşan dan hatine binçavkirin û piştre serbest hatine berdan. Bi mudaxeleya parêzeran welatî ji parkê derneketin.