Rojnamegerên kavilan dikşandin hatin binçavkirin

Nûçegihanê nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak û MA’yê Mahmut Altintaş ku li navçeya Bêrecûkê avahiyê hilweşandî dikişandin, hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihanê ajansa me Mezopotamyayê (MA) Mahmût Altintaş û nûçegihana JinNewsê Sema Çaglak ku xwestin li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê avahiyên di erdhejê de hilweşiyane bikişînin, hatin binçavkirin. Heta niha ji bin kavilên wan avahiyan 21 cenaze hatine derxistin. Polîsên li vir nasnameyên nûçegihanan kontrol kirin û bi hêceta ku kartên wan turkuazê nîne kirin binçavan. 

Polîsan ji bo rapora tenduristiyê rojnamevanan bir nexweşxaneya dewletê ya navçeyê û ji vir jî birin qereqolê ji bo ku îfadeyên wan bigirin. 

Li Amedê rojnamegerek hat binçavkirin

Nûçegihanê MA Mehmet Guleş jî li navçeya Rezan a Amedê dema ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên avahiyên hilweşiyayî dişopand hat binçavkirin. Ji Guleş ê ku seat derdorê 17.30’an de bi peyamekê agahî daye ku hatiye binçavkirin, agahî nayê girtin.