Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 57’an

Hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 57’an, hejmara birîndaran jî derket 52 hezar û 979’an.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku di erdheja bi pileya 7,7 ku li Mereşê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 9 hezar û 57’an û hejmara birîndaran jî derket 52 hezar û 979 kesan. 6 hezar û 444 avahî jî hilweşiyan.

Li Tirkiyeyê platformên medyaya dîjîtal tên astengkirin, kampanyayên alîkariyê jî tên astengkirin. Ji aliyê din ve saziyên hikûmetê li piraniya navçeyên erdhejzedeyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyê nakin.