Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Buldan ku di sala 2017’an di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hempîşeyên xwe û xizmên xwe li ser gora xwe hat bibîranîn.

Navenda Nûçeyan-Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan ku di sala 2017’an de li Amedê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, di 7’emîn salvegera wefata xwe de li navçeya Geverê a Colemêrgê li ser gora xwe hat bîranîn. Endamên malbatê û xizmên Buldan, endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Goristana Bajêrge hatin cem hev. Rêveberiya Rêxistina Navçeya Geverê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê Oznur Bartin û Onur Duşunmez û Parlamenterê HDP’ê yê berê Saît Dede beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta bi wêneyê Evînê ya bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hate vekirin.

Di bîranînê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlum Engîndenîz axivî. Engîndenîz da zanîn ku ew kedkarên çapemeniya azad ên ji bo bibin dengê heqîqetê, tevî şert û mercên dijwar ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de têkoşiyayîn û jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî bi bîr tînin. 

‘Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin’

Mazlum Engîndenîz, bal kişand ser zextên li kedkarên çapemeniya azad tên kirin û wiha got: “Em çiqasî di bin zextê de bin jî têkoşîna me wê li her qadê bidome. Em careke din soza têkoşîna di şexsê şehîdên çapemeniya azad Apê Mûsa Anter, Gurbetelî Ersoz û Evîn Buldan de nû dikin û em ê pênûsa şehîdên çapemeniya azad li erdê nehêlin. Em ê berxwedana xwe ya li dijî zilmê bi israr bidomînin û heta ku em yek heqîqeta ku di tariyê de jî maye derxin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

‘Em ê kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin’

Endama MKG'ê û nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Önver jî piştre axivî û ev tişt anî ziman: “Kevneşopiya çapemeniya azad kevneşopiyeke ku bi îradeya li ber çavan mezin dibe. Xebatkarên çapemeniya azad bi salane bi zext, îşkence û binçavkirinan hewl tê dayîn dengên wan bê qutkirin. Mîna Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Evîn Buldan ku kamerayên xwe li dijî zilmê rakirine em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê kevneşopiya çapemeniya azad bêyî ku serî li ber kesî bitewînin bidomînin. Em di şexsê Evîn Buldan de hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Li ser navê malbata Buldan jî Lutfu Buldan axivî û wiha got: “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hê jî rêya me ronî dike. Em bi têkoşîna wan serbilind in. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî piştgiriyê bidin têkoşîna wan."

'Evîn Buldan ji bo azadiya fikir û ramanê têkoşiya

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin, bi bîranîna kedkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Bartin, wiha axivî: “Hevala min Evîn ji zarokatiya xwe ve li dijî vê pergalê bi malbata xwe re têkoşînek pir pîroz daye. Tevî gelê Kurdistanê û polîtîkaya koçberiyê ya ku malbata Evîn Buldan bi wan re rû bi rû maye, jiyaneke bi rûmet jiyane. Evîn Buldan ji bo azadiya fikir û ramanê têkoşiya.  Evîn weke generalên biçûk ên Apê Musa têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinên li Kurdistanê berdewam kir.  Evînê wekî hevalên xwe yên din  rojnamevan Nûjiyan, Denîz û Gurbetelî kedeke mezin da di çapemeniya azad de. Bi rûyê xwe yê bi ken ji bo hemû gelê Kurdistanê bû mînak. Em li ber têkoşîna wê bejna xwe ditewînin."