Hejmara kesên di şewata li Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe

Di şewata ku li navçeya Beşîktaşa Stenbolê di avahiyeke 16 qatî derket de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 29’an.

Navenda Nûçeyan-Li Kolana Gundogdu ya navçeya Beşîktaşa Stenbolê di avahiyeke 16 qatî ya ku wek klûbeke şevê tê bikaranîn de şewat derket. Tê texmînkirin şewat di dema nûkirina klûba şevê de derketiye de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne kesên di nûkirina klûba şevê de dixebitin.

Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna ku der barê şewatê de hat destpêkirin de 5 kes hatin binçavkirin.