Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîr anîn

Bi munasebeta salvegera 8'emîn a qetilkirina Rojnameger Deniz Firat de li ser gora Denizê ya li Wanê bernameya bibîranînê hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) di 8’ê tebaxa sala 2014’an de di dema êrişên DAIŞ’ê yên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Denîz Firat di 8’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Taxa Xecxatûn a Ebex a Wanê li ser gora xwe hat bibîranîn. Merasîma bîranînê ji hêla Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hat kirin û li gel malbata Deniz, her wiha hevalên wê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî amade bûn. 

“Dê têkoşîna wê berdewam bike”

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endamê Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Atsak axivî û bal kişand ser têkoşîna Denîz Firat. Leyla, anî ziman ku Denîz heta dawiya emrê xwe têkoşiya û ev tişt anî ziman: “Heta di kêliyên dawî yên jiyana xwe de jî peyama ‘ez bi kamereya xwe şer dikim’ da. Çi dibe bila bibe dê jin têkoşîna wê heta dawiyê bidomînin. Em bejna xwe li ber ditewînin û dibêjin ku dê rêya heqîqetê bi saya Denîz Firat û rêhevalên wê bidome.” 

Piştre jî kekê Denîz Firat, Seyat Yildiztan axivî û spasiya beşdaran kir. Seyat, anî ziman ku ew dê têkoşîna Deniz bidomînin û wiha got: “Weke malbata wê, em xwedî li nirxên xwe û têkoşîna Denîz Firat derdikevin û piştgirî didin. Denîzê tu carî serî netewand û em jî dê serî netewînin û li ber xwe bidin.” 

“Cîhanê ji îşkence û komkujiyên çeteyan agahdar kir”

Li ser navê MKGP’ê jî nûçegihana JINNEWS’ê Zelal Tunç axivî û wiha derbirî: “Di dema êrişên ser Mexmûrê de weke rojnamegerekê, bi kamera û makîneya xwe her tiştê pêwîst kir. Weke rojnamegereka jin, hemû dinya ji îşkence û komkujiyên çeteyan ên li herêmê agahdar kir. Denîz Firat bi vê têkoşîna xwe, xwedî li mîrasa Gurbetellî Ersoz û Mûsa Anteran derket. Em ê jî tevî her zextan jî têkoşîna wê bidomînin.” 

Piştî axaftinan jî beşdaran gul danîn ser gora Deniz Firat û piştre çûn serdana malbata wê.