"Divê hemû rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan erkên xwe pêk bînin"

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyekê bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî kir ku erka xwe ya exlaqî û yasayî li hember sûcên dagirkeriya tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

Şehba - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye bi daxuyaniyekê sûcên tirkiyeyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî kir ku erka xwe ya exlaqî û yasayî li hember sûcên dagirkeriya tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

“Divê bên cezakirin”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li hember tawanên dagirkeriya tirk her çendî prensîb û qanûnên mafên mirovan, çar peymanên Cenevreyê û protokolên pêvekirî binpê bike jî, bêdengiyek navdewletî heye. Ev sûcên organîze û sîstematîk in ku di eslê xwe de armanca wan tunekirina koçberên ji Efrînê li ku derê lê bin ne. Ew sûcên şer ên li dijî mirovahiyê û sûcên qirkirinê yên li gorî peyman û peymanên navneteweyî ne. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî dikin ku erka xwe ya exlaqî û yasayî li hember sûcên dagirkeriya tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Divê Neteweyên Yekbûyî zextê li dagirkeriya tirkiyê bike da ku binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên bêguneh li hemû axa Sûriyê ya ku dagir kiriye, rawestîne. Em daxwaz dikin ku hemû kesên ku hatine îspatkirin ku destê wan di van sûc û binpêkirinan de heye bên cezakirin."