Rohilat Efrîn: Destkeftiyên 11 salan a YPJ’ê encamê keda Rêber Apo ye

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz kir û got: “Destkeftiyên 11 salan a YPJ’ê encamê keda Rêber Apo ye.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Di 4’ê Nîsana 2013’an de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hat avakirin. YPJ di tevahî cîhanê de bû model. Bi hezaran şervanên YPJ’ê di oxira welatek azad û şoreşa jinan de canê xwe feda kirin. Îro navê Arîn, Barîn, Rêvan û bi hezaran pêşengên mîna wan bûn bingeha pergala ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin, neteweya demokratîk bikin perçeyek jiyana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. YPJ berhema dîroka tevgera azadiya jinê ye ku bi pêşengiya Sakîne Cansizan hatibû avakirin, xwe bi rêxistin kir. YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikaribû nasname, hebûn û vîna jinên azad biparêze.

YPJ di 2’ê Nîsana 2013’an de yekemîn konferansa xwe li bajarê Dêrikê li dar xistin û di 4’ê Nîsanê de yekîneyên xwe ragihandin. Yekemîn tabûra YPJ’ê di 13’ê Sibata 2013’an de li navçeya Efrînê Cindirêsê hat avakirin. Paşê Tabûra Şehîd Rûken hat avakirin. Di heman demê de li bajarê Qamişloyê tabûra yekem a Şehîd Edalet hat avakirin û li bajarê Kobanê jî tabûra Şehîd Dîcle hat avakirin.

Di salvegera 11’emîn a damezrandina YPJ’ê de, endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.

‘YPJ 2013’an hate damezrandin’

 Rohilat Efrîn di serî de salvegera 11’emîn a damezrandina YPJ’ê li tevahî jinan pîroz kir û got: “11’emîn salvegera YPJ’ê di serî de li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, gel û jinan pîroz dikin. Pêwistiya YPJ’ê çi bû di nava şoreşê de şoreş çêkir ew bû ku di sala 2011’an de bi giştî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de serhildana gel li Tûnis, Misir û welatên Ereban de pêk hat. Ev serhildan mîna bihara Ereban hat binavkirin. Di rastiya rabûna gelê Ereb de li Sûriyeyê bandorê li rabûna gelê Rojavayê Kurdistanê kir. Di demên derbasbûyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê gelek kar û xebat hatibûn meşandin. Ji gelek kesan re xeyal bû şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Wê artêşa jinan û şoreşa jinan çêbibe, ji gelek kesan re xeyal dihat. Di rastiya rabûna gelan de pêdiviyek wisa pê hebû ku li cihê şoreş hebe divê pêşengî û rêxistin hebe. Cihê ku rêxistinbûn hebe divê perwerde û parastin hebe. Niha li Rojavayê Kurdistanê sala 2011’an şoreşê dest pê kir û di 19’ê Tîrmehê de li Kobanê nav li xwe kir. 2011’an û şûnde 2013’an yekemîn konferansa YPJ’ê çêbû. Pêdiviyek bi vê rengî hate dîtin ku êrîş li ser ax, gel, civak û tehdît pir zêde bû lewma pêdivî hebû ku jin hem axa xwe hem jî civaka xwe biparêzin. YPJ’ê pêdivî dît ku mirasa dîroka xwe, tevgera jinan a Kurdistanê damezirîne û mîrasa xwe biparêze.”

‘Me xwe bi rêber Apo re dît nas kir û mezin bûn’

Rohilat Efrîn diyar ku yên şewq dan şoreşa Rojava rola jinan û şoreşa wan bû, wiha domand: “Me bawerî, qenaet û felsefeya xwe weke rêxistin ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye. 4’ê Nîsanê ji bo me esas bû ku hemû jinên dixwazin pênaseya xwe bikin, hemû jinên ku dixwazin bibin vîn, hemû jinên ku li mafên xwe digeriyan, xwe li derdora Rêber Apo kirin xelek û pejirandin. Ger YPJ’ê di 4’ê Nîsanê de artêşa xwe ragihandibe, elbet mîrasa ku îro 11 salin em li ser dimeşin, mîrasa Rêber Apo ye. Me xwe bi Rêber Apo re dît, naskir û mezin bûn. YPJ’ê weke artêş ji ber xwe derneket pêş. Di rastiya şoreşa Rojava de ger em aliyê siyasî, rêxistinî, leşkerî, dîplomasî û perwerdeyî bigrin dest, jinan di hemû beşan de rengê xwe da. YPJ’ê sûd girt û hemû ezmûn anî gel hev. Di raman û fikrên Rêber Apo de ger dibêje şoreşa jinan şoreşa min e û YPJ’ê di 4’ê Nîsanê de artêşa xwe ragihand, em van bi hev ve didin girêdan û cuda nabînin.”

‘Şoreş di her warê jiyanê de ji bo me bû riya hînbûnê’

Rohilat Efrîn da zanîn ku wan li ser mîrasa jinan a hatiye avakirin, xwe bi rêxistin kirine û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo ku reng, îrade û rola jinan derkeve, pêwistî pê hat dîtin ku tevger hîn zêde xwe bi rêxistin bike. Ji sala 2011’an heta 2013’an bingehek pir xurt çêbû ku ev civak bawerî bide. Gelek jin û keçên me nikaribûn du gotinan bibêjin lê bi şoreşê re ev rewş guherî û şoreş bû bingeha hînbûnê di her warê jiyanê de. Dermanê herî esas jiyan û pîvanê azadiyê dane diyarkirin. Di şoreşa Rojava de hemû saziyên ku jinan tê de cihê xwe girtin, bû nimûne ji her kesê re ku meraq dikir. Ji bo şoreşê gelek fedakarî û pêşeng çêbûn, ger îro jin xwe bi îrade û bi rêxistin dikin, em nikarin ji mîrasa xwe qut bigrin dest. Mîrasek wisa xurt hatiye avakirin ku jin her dem serî li hemberî êrîşên dagirkerî, zihniyet û elimandinê rakiriye. Ger tu nikaribî bibî bingeha têkoşîn û rêxistinê, tu nikarî bibî bingeha pir xurt a parastinê. Daxwaza tevlibûna jin û ciwanan çêbû, heta em hatin wê astê ku em YPJ’ê ragihînin. Gelek zehmetiyên ku di nava civakê de heyî jî hate jiyîn, ev civak hîn bûye ku ne mûmkine jin bibe artêş, ne mûmkine ku bibe leşker û rêxistinbûna xwe çêke. Lê tevgera giştî li Kurdistanê û bi giştî ezmûna ku di dîroka jin a cîhanê de derdikeve pêş, rastiyek wiha derxist û me xwe avakir. Tişta ku herî zêde hişt ku YPJ’ê ji tîmek werê 10 kes û ji 10 kes were 20 kes, fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Me baş nexwandiba û baş lêkolîna wê nekiriba ne mûmkin bû YPJ’ê ewqas sal bi îradeyek pir xurt li ser piyan bima.  Yên ku herî zêde li beramber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk de şer kir û bû nimûne YPJ’ê bû.”

‘Beşdarbûna jinan ji bo şoreşa jinan enerjî û hêzeke mezin ava kir’

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku hemû jinên cîhanê berê xwe dan şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê û wiha pêl da gotinên xwe: “Di rastiya şoreşa civakî de her dem aliyê ku dikeve xizmeta mirovahiyê heye, hemû cîhan beşdar dibin. Hemû jin li ku derê dibin bila bibin ger ew jin pencereyek pir biçûk tê de ronahiyek bibîne, ji bo azadiyê, xwe lê digre, ew der li ku derê dibe bila bibe berê xwe dide wê derê. Di şoreşa Rojava de û bi pêşengiya YPJ’ê de me vê yekê dît ku pêşengên dayik hebûn. Mînak dayê Gulê di mala xwe de bû lê destpêkê di şerê Helebê de sekn nîşan da. Dayê Eqîde ji bo dijmin bi bin bixe, sing bi sing berê xwe da cihê êrîşan. Gelek dayikên wisa hebûn ku mînak dayika Hogir. Dema em van yekan bi YPJ’ê re sentez bikin hêzek pir mezin a yekitiya jinan dibînin. Dema em qala dirûşma “Jin jiyan azadî” dikin hemû jinên cîhanê xwe li derdor vê dirûşma kirin yek. Li Rojavayê Kurdistanê hatina van jinan hemû, enerjî û hêza rêxistinê yên pir xurt ava kir.”

‘DAIŞ perçeyek ji zihniyeta dewletê ye’

Rohilat Efrîn zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê wiha nirxand: “DAIŞ hêzeke ku li gel hemû dewletan dijî. DAIŞ perçeyek ji zihniyeta dewletê ye. Me bi DAIŞ’ê re dewletan pir zelal fêm kir ku çi tîne li serî mirovahî û jinan. Îro dewlet xwedî li DAIŞ’ê dernakeve lê perçeyek ji dewletê ye. DAIŞ zîrveya temsîlkirina dewletê ye. Li hemû welatan sentezek ava kirin. Anîna ruhê jinan li gel hev, li hember van zihniyetan, me dît gelek hevalên me yên enternasyonal beşdar bûn.”

‘YPJ’ê xwe li ser bingeha bîrdozî rêxistinî û parastinê avakiriye’

Rohilat Efrîn da zanîn ku li hemû cîhanê beşdarbûn ji şoreşa jin a Rojavayê Kurdistanê re pêk hatiye û got: “Pîvana YPJ’ê ya esasî çi bû, li hemberî hemû pêkhateyan bi rêzdarî û pêşwazî nêz dibe. Di şoreşa Rojava de senteza tevlibûna hemû neteweyan pêk hat. Rola YPJ’ê li hemberî zihniyeta dagirker, her dem di tevgera tolhildana jinan de ye. Îro em Jîna Emînî dibînin ku di sedsala 21’emîn de li tevahî cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” deng veda. YPJ’ê di rastiya xwe de ne tenê hêzek şer e, di esas de hêzekî li ser bingeha birdozî, rêxistinî û parastinê xwe avakiriye. Ev her sê mijar nebe, rengê şer jî cuda nedibû. Yê ku rengê pêşengtiya şerê YPJ’ê jî derxist ev her sê mijar in. Yên ku îlham dan jinên cîhanê û Rojhilata Navîn ev her sê mijar in. Ev her sê mijar têkoşînek ji bo hemû deman e. Jinên Meksîka û Efganî her dem bi peyam û dengê xwe xwestin ezmûna şoreşa jinan a Rojava waneyan derxe û pêşeroja xwe bibîne. YPJ’ê bi sekn û pêşengiya xwe mohra xwe li dîrokê da. 8’ê Adar û Newrozê em bi 4’ê Nîsanê re temam dikin ku bihar, şoreş û têkoşîn bûye ya jinan. Hem salvegera YPJ’ê him jî 4’ê Nîsanê bibe bersiv ji hemû jinên ku daxwaza azadî, wekhevî û pêşerojekî aram dikin bibe.” 

‘YPJ’ê di nava salek de di gelek waran de profesyonel bû’

Rohilat Efrîn kar û xebatên YPJ’ê di nava salê de wiha anî ziman: “Me salek têr û tijî li pê xwe hişt. Di nava sala ku derbas bûye de di aliyê pêşengiya pratîk û têkoşînê de di warê taktîk, teknîk û perwerdeyî de YPJ’ê heta astekê profesyonelbûn bi dest xist. Êrîşa ku li Minbic, operasyona ku li Dêra Zorê çêbû, Operasyona Lokal a Reqayê çêbû, asteke profesyonel û di pêşîdîtinê de ezmûnek nû qezenc kir. Di warê akademiyên xweser, perwerdeyên bîrdozî, leşkerî û pîşeyî de heta astekê di vê salê de amadekariyek mezin ji xwe re bike, rolek berpirsiyariyek di vê aliyê de girt ser xwe. Di heman wextê de li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê ya dijwar de fermandarên me di vê salê de şehîd ketin ji wan Şervîn Serdar û du hevalên ciwan, hevala Rojna ku bi temenê şoreşê re jiya, gelek kedê di qadên cuda de da. Herî dawî Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik ku hevala Sorxwîn mohra xwe li şerê Kobanê da. Sorxwîn Rojhilat heta şehîd jî ket berpirsiyariya şoreşê li ser milên xwe girt. Hevala Sorxwîn ruxmê gazî bû pêşengiyê ji şoreşê re kir li hemberî hemû êrîşên ku çêbûn û çêdibin jî ji vir û pê de em wek YPJ’ê xwe berpirsiyar dibînin. Amadekariyên ku me kiriye, êrîşên ku werin jî wê bibe bersiv.”

‘Ev sal dê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo’

Rohilat Efrîn herî dawî daxwazên xwe ji bo sala nû wiha anî ziman: “Ruhê pîrozbahiya 8’ê Adarê û Newrozê îdiaya 4’ê Nîsanê xurtir kir. Weke YPJ’ê me careke din dît ku yekitiya jinan û civakan, çi astengî hebe jî li pêşiya têkoşînê nabîne. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku hemû axên di bin destên dagirkeriyê de ne, em ji destên dagirkeran rizgar bikin. Gel û zarokên ku vegera li ser axa xwe dikin mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî hê jî têbikoşin da ku gelê xwe vegerînin ser axa wan. Di heman wextê de 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye ku Rêber Apo vê rojê diyarî hemû jinan kiriye. Em jî weke YPJ’ê li ser bingeha felsefe û bîrdoziya Rêber Apo salên di pêş me de bibe azadiya fizîkî ya Rêber Apo û hemû jinên cîhan û Kurdistanê dixebitin.”