Eyşe Efendî: Zayîna Rêber Apo bû vejîna gelê Kurd

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Eyşe Efendî têkildarî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got: “Zayîna Rêber Apo bû vejîna gelê Kurd, tu kes nikare vê rastiyê înkar bike.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 4’ê Nîsana Îsal de dibe 75 salî û ji wî temenî 26 salan di girtîha Îmraliyê de derbas kiriye, di şertên tecrîdê de dijî. Abdullah Ocalan ku di encama komployeke navdewletî de di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê hat girt û radestî Tirkiyeyê hat kirin, ji wê demê ve heta niha li Gireva Îmraliyê girtiye. Tevî hewldanên parêzeran jî 3 sal in agahî jê nayê girtin.

Di vê çarçoveyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî di 75’emîn rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bal kişand ser tecrîda ku li Îmraliyê bi salan e tê meşandin.

‘Ji bo Rêber Apo her dem êş xwe li dilê me dipêçe’

Eyşe Efendî di destpêka nirxandinên xwe de, hestên xwe yên ji bo 4’ê Nîsanê wiha bilêv kir: “Weke dayik bi taybetî dema behsa Rêber Apo tê kirin, yekser êş xwe li dilê me dipêçe. Bi taybetî jî di van rojên ku em 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo pêşwaz dikin de, ev hest kûrtir dibin. Rêber Apo tevî temenê xwe yê 75 salî îro di bin tecrîdeke fizîkî, fikrî û ruhî de ye. 26 sal in ku rêberê me di bin îşkenceya derûnî de ye. Bi taybetî em kesên ku di temenê Rêber Apo de ne bi şev û roj, Rêber Apo difikirin. Tê bîra min dema ku me 4’ê Nîsanê beriya Rêber Apo were girtin pîroz dikir, coş û kêfxweşî, zindîbûn û heybetek hebû lê bi girtina Rêber Apo re, 26 sal in ev roj bi rengekî din em pîroz dikin. Perspektîf û projeyên wî yên ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn, bûn sedem ku em 4’ê Nîsanê watedartir bikin.”

‘Dayika Uveyş çavkaniya rizgariya gelê Kurd û mirovahiyê vejand’

Eyşe Efendî di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya rojbûna Abdullah Ocalan û wiha domand: “Em weke jinên Kurd, êdî nikarin vê rewşa Rêber Apo rakin û tehemul bikin. Pêwîst e bi rengekî demildest rêberê xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Zayîna Rêber Apo bû vejîna gelê Kurd, tu kes nikare vê rastiyê înkar bike. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşeke xirab de bû heta dikare were gotin ku piştî serhildanên ku hatibûn vemirandin, hebûna Kurdan li ber tunebûnê bû. Rêber Apo tovên zindîbûna gelê Kurd çandin ku bi salan e ev tov şîn dibin û berhem jî xwe didin der. Dayika Uveyş ji rehma xwe rizgariya gelê Kurd û mirovahiyê vejand. Ji bo vê girêdaneke bêdawî di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de heye, gelek dayik wî di xewnên xwe de jî dibînin. Lewre êdî dem hatiye ku em kar û xebatên xwe komî ser hev bikin û ji bo azadiya fizîkî ya rêber Apo serî hildin. Jixwe di vî warî de gelek dijminên me hene lewre êdî pêwîstiya me bi guhertinên bingehîn heye.”

‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye’

Eyşe Efendî axaftina xwe bi banga bilindkirina têkoşînê, bi van gotinan bi dawî kir: “Ger ku di roja îro de hêzên hegemon şer bi bîrdoziya Rêber Apo re dikin û di kûrkirina tecrîdê de rola xwe dilîzin, ev tê wateya ku wan ji ramanên Rêber Apo û projeyên wî fam kirine û ji bo xwe bi xeter dibînin. Hêzên ku naxwazin rêber Apo di nava gelê xwe de bijî, dizanin ku dê bi derketina wî re di Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de guhertin çêbibin. Ji bo vê çawa ku dijminên me di zanebûna projeyên me de ne divê em jî weke gel, jin û ciwanên Kurd xwe di bîrdoziya Rêber Apo de kûr bikin. Rêbertî bi hêviyên ji bo azadiya gelê xwe, 26 sal in li ber xwe dide. Divê em jî bi felsefeya Rêber Apo li dijî komplo û planan têbikoşin û tecrîda li Îmraliyê parçe bikin.”