Rojên pîrozbahiyên Newrozê diyar bûn

Dîrokên navendên ku dê Cejna Newrozê li wan were pîrozkirin diyar bûn. Îsal dê starta Newrozê di 15'ê Adarê de li Depê bê dayîn.

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahiyên Newrozê her sal di 21'ê Adarê de bi tevlibûna milyonan û coşeke mezin tê pîrozkirin û cihên ku wê Newroza 2024'an lê bên pîrozkirin diyar bûn. Newroza 2024’an wê îsal li sedan cihan ku 57 jê navendan in, bê pîrozkirin.

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamya (MA), starta pîrozbahiyên Newroza 2024’an dê li navçeya Depê ya Xarpêtê ku warê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan ê di 21’ê Adara 1982’yan de bedena xwe da ber agir, di 15'ê Adarê de wê were dayîn. Her wiha wê agirê Newrozê yê sembolîk li sûrên Amed û Kadîfekaleya Îzmîrê bê pêxistin. Sûrên Amedê cihê ku Zekiye Alkan di 21'ê Adara 1990'an de bedena xwe da ber agir e. Kadîfekaleya Îzmîrê, cihê ku Rahşan Demîrel di 22'yê Adara 1992'yan de bedena xwe da ber agir û bi Newrozê re bûye yek e.

Li 57 navendan pîrozbahî

Li gel 57 navendan wê li gelek bajar, navçe, gund û bajarokan agirê Newrozê were pêxistin. Cejna Newrozê tenê wê di 21'ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin. Tê payîn ku Newroza îsal bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin û daxwazên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bê pîrozkirin.

Navend û rojên pîrozbahiyên Newroza 2024’an wiha ne:

15’ê Adarê: Nevçeya Xarpêtê Dep

17’ê Adarê: Giyadîn/Agirî, Dîlok, Kanîreş/Çewlîg, Bursa, Denîzlî, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Dîgor/Qers, Kocaelî, Osmaniye, Şirnex, Tekîrdag, Pirsûs û Xelfetî/Riha, Wan

19’ê Adarê: Panos/Agirî, Bazîd/Agirî, Golan/Erdexan, Balikesîr, Dêrsim, Qereçoban/Erzirom, Hatay, Kaxizman/Qers, Çewlig, Nisêbîn/Mêrdîn, Mugla, Milazgîr û Kop/Mûş, Dihê/Sêrt, Qileban û Cizîr/Şirnex, Wêranşar/Riha.

20’ê Adarê: Erdîş/Wan, Aydin, Êlih, Tetwan/Bedlîs, Çanakkale, Gever/Colemêrg, Îdir, Konya, Manîsa, Qoser/Mêrdîn, Mersîn, Sêrt, Elkê/Şirnex.

21’ê Adarê: Amed

23’ê Adarê: Şemzînan/Colemêrg, Mûş, Riha, Enqere

24’ê Adarê: Çelê/Colemêrg, Edene, Kirşehîr, Antalya

25’ê Adarê: Agirî