Jinên Misrê: Divê li dijî polîtîkayên şer hewldanek hevpar were kirin

Jinên Misrê diyar kirin ku ji ber şerê li welatên cîran ji Misrê koçberî çêdibe gotin: “Bedelên giran ên şer jin didin.” Xwestin ku hemû partî, sazî û rêxistin li dijî polîtîkayên şer hewldanek hevpar bidin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Misir bi taybetî piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê di kategoriya welatên ku herî zêde koç dibin de cih digre. Di demên dawî de ji ber pêla koçberiya li welat tê jiyîn, li welat her dem tê nîqaşkirin. Her çendî hikumet der barê mijarê de sazîkirina zagonî ragihîne jî aktivîstan xwestin bi taybetî ji bo jinên ku ji pevçûn û şer direvin tedbîrên demildest bigrin û şer raweste. Şêwermenda Derûnî Zeyneb Elî û rêvebera eniya neteweyî ya jinên Misrê û partiya Sosyalîst ya Misirê Dr. Karîma El- Hafnawy der barê zehmetiyên ku jinên Misir dikşînin de ji ajansa me re axivîn.

‘Pêla koçberiyê bandorê li aboriyê kir’

Zeyneb Elî da zanîn ku li dijî tundiyê têkoşînê didin meşandin û ji bo jin di her qadê de bi hêz bin li gel saziyên navneteweyî bi gelek projeyan di nava hevkariyê de ne û got: “Ji ber şerên li welatên cîran, îsal gelek koçberî ji Libya, Iraq, Sudan, Filistîn û Misrê çêbû. Li gel koçberiyê jiyan li welat neyênî bi bandor dike. Nirxê kirê zêde bû. Ji ber zehmetiyên aborî gelek jin di qadên civakî de dest bi xebatê kir. Ên ku pîşeyek wan nîn be jî berê xwe didin projeyên taybet, hunerê dest fêr dibin û gav ji bo jiyana kar avêtin.”

Zeyneb Elî xwest ku di mijara belgekirina tiştên ku jin jiyîn de divê şerm nekin û got: “Sûcên tacîzê êdî hatine halê ku weke sûcek giran were cezakirin. Banga me ji bo jinan ew e ku li hemberî binpêkirinên ku rast tên bêdeng nebin û bikin rapor.”

‘Şer barê jina giran kiriye’

Zeyneb Elî destnîşan kir ku saziyên navneteweyî dest bi girîngîdayîna jinên Rojhilata Navîn kirine û herî dawî ev tişt got: “Saziyên navneteweyî amûr û prosedurên cuda bi kar tînin û bi projeyan dest bi alîkariya jinan kirine. Wekî tê zanîn ji ber polîtîkayên şer, ji ber jin kesên ku dahata malbatê pêk tînin winda dikin, dibin berpirsên yekem. Di heman demê de gelek jin rastî pirsgirêkên kêmaniya xwarin û pirsgirêkên din tên, şer û pevçûnan barê jinan giran kiriye. Şer jî di nav de jinên ku ji şertên heye bandor dibin, rastî binpêkirinên tundiya zayendî, xizanî û qetliaman tên. Di nava salekê de di asta tundiyê de zêdebûnek heye, li welatên Rojhilata Navîn tê dîtin ku ji ber bûyerên ku hene di sala li pêşiya mede wê di şertan de başbûnek çênebe. Divî alî de di astên gerdûnî û xwecihî de bandora piştevaniya feminist wê giring be.”

‘Di têkoşînê de hê gelek rê hene’

Rêvebera eniya neteweyî ya jinên Misrê û partiya Sosyalist ya Misir Dr. Karîma El- Hafnawy diyar kir ku ji ber çanda civakê jin rastî cihêkariyê tên û îfade kir ku bi cureyên cuda yên tundiyê re ji bo têkoşînê riyên baş hene û got: “Her çendî jin gihandina pozîsyona biryardanê bi dest bixin jî em dikarin bibêjin hê li dijî jinan cihêkarî tê jiyan kirin. Di asta xwecihî de hiqûqa kar, der barê statuya şexsî û tundiyê de hinek nîqaş berdewam dikin lê belê der barê mijaran de hê jî biryarek nehatiye girtin.”

‘Divê ji bo aştiyê hewldanek hevpar were kirin’

Karîma El-Hafnawy bal kişand ser şerê li Sudanê ku sala borî dest pê kiriye û wiha got: “Şerê li Sudanê bandorek neyînî li ser gel û jinan kir. Li Sûdanê jin bedelên giran ên şer didin. Jinên Darfurlî, rastî polîtîkayên qetliam, qirkirin û tecawizê tên. Di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de piranî jin zarokên keç jî di nav de 31 hezar kes hatin qetilkirin, 7 hezar û 500 kes hatin girtin. Divê li dijî binpêkirin û zextên li dijî jinan hemû partî, sazî û rêxistin hewldanek hevpar bidin.”