Roja mamosteyan di siya zext şer û dîroka birîndar de ye
Konseya Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyên Îranê, ragihand ku mamoste bi lêpirsîn, girtin û zextên ewlehiyê re rûbirû ne û hat diyarkirin ku xwendekar hem bi zextên li kolanan hem jî di şer û êrîşên fuzeyan de jiyana xwe ji dest didin.
Navenda Nûçeyan – Konseya Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyên Îranê, bi boneya 2’ê Gulanê Roja Mamosteyan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de der barê şertên xirab ên mamosteyan, binçavkirin, zext, windakirin û xizaniyê de agahî da.
Metna daxuyaniyê wiha ye:
‘Di siya zext şer û dîroka birîndar de roja mamosteyan’
Îsal roja mamosteyan, rastî demeke ku perwerdeya Îranê di nava zextên herî bi êş de ye hat. Salek tije komkujî, binçavkirin, zext û windabûn li pey me man. Hinek mamoste û xwendekar di xwepêşandanên gel de ji aliyê rêveberiyê ve hatin kuştin, hinek jê di siya şer û mudaxeleyên derve de jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî cihê wan ên di polan de heta dawiyê vala man.
‘Xwendekar jiyana xwe ji dest didin’
Di vê pêvajoyê de gelek mamoste, li cihê ku di polan de dersê bidin, rastî lêpirsîn, girtin, zextên ewlehiyê hatin. Xwendekarên ku divê di nava ewlehiyê de perwerdeyê bibînin, hem di nava zextên li kolanan, hem jî di şer û êrîşên fuzeyan de jiyana xwe ji dest dan. Di nava van de karesata dibistana seretayî ya Mînabê jî cih digre. Ev bûyer careke din nîşan da ku jiyana zarokan û pêşeroja wan çawa bûye qurbana mudaxeleyên hêzan.
Polên bê mamoste, rêzên vala, çeneteyên dibistanê yên hatin terikandin û gorên bêxwedî, şopa zindî ya tundiya li dijî nifşeke ku mafê jiyan û perwerdeyê bi hev re dike hedef e. Li gel van windahiyan mamoste jî jiyana xwe ji dest didin.
‘Wê parastina mafê xwe bidomînin’
Li aliyê din, em dizanin ku ev demek dirêj e perwerde ji mafekî civakî derketiye û bûye cudahiya beşan û trajediyên di sala dawî de vê hilweşînê kûrtir kirine. Tevî van hemû êşan, perwerde hê li ser lingan e. Her çendî pol hê vala bin û dibistan newekhev bin, hêvî û hêz hebûna xwe didomîne. Dengê mamosteyan nehatiye birîn, ji bo rûmeta mirovî û edaletê wê dengê wan her dem bilind be û parastina mafê xwe yê perwerdeyê mirovî, wekhev û bê pere didomînin.
Konseya Koordînasyona Sendîkaya Mamosteyên Îranê, roja mamosteyan li hemû mamosteyên alîgirên azadiyê pîroz dike, silav ji yên ku tarîtiyê, bi ronahiya hişyarî, wekhevî û azadiyê ronî dikin re dişîne. Niha em dema herî tarî ya sedsalê dijîn, hêvî ku li her cihê derbe heye jî erka mamosteyên rast ew e ku baweriya bi pêşeroja azad û adilane zindî bigrin. Roja mamosteyan, roja têkoşîna ji bo dilsoziya bi pêşerojeke rewşenbîr û gihîştina wê ye.”