Foruma Rojnamevanên Jin ên Iraqî ji bo Roja Azadiya çapemeniyê ya Cîhanî hat lidarxistin

Beşdarên Foruma Rojnamevanên Jin ên Iraqî tekez kirin ku azadiya çapemeniyê li Iraqê hê jî bi pirsgirêkên girîng re rûbirû ye, ji ber nebûna qanûnên astengker ên parastina rojnamevanan.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Ji bo Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, Foruma Rojnamevanên Jin ên Iraqî bi hevkariya desteya rêveber a Klûba El-Elewiye, duh semînerek bi navê "Azadiya Çapemeniyê: Analîzkirina Zehmetiyan û Pêşbînîkirina Perspektîfan di Ronahiya Rapora Çavdêriyê ya Salane de" li dar xist. Semîner li Klûba El-Elewiye li Bexdayê pêk hat.

‘Azadiya çapemeniyê stûna bingehîn a civakê ye’

Foruma ku ji aliyê rojnamevan Rasêl Riyad ve hat birêvebirin, bi gotara endama desteya rêveber a Klûba El-Elewiye Dr. Ebîr Mihemed El-Cibûrî, dest pê kir. Di axaftinê xwe de, Dr. Ebîr El-Cibûrî tekez kir ku azadiya çapemeniyê stûna bingehîn a civakê ye û destnîşan kir ku rojnamegerî ne tenê pîşeyek e, navgîna ji bo ragihandina rastiyê ye û dengê kolanan e.

Ebîr destnîşan kir ku karê rojnamegeriyê bi pirsgirêkên zêde re rûbirû ye, ji zextên siyasî û pîşeyî û rîskên meydanî bigre heya veguherînên dîjîtal ên ku dîmenê medyayê ji nû ve şekil dane. Her wiha girîngiya analîzkirina van pirsgirêkan û pêşbînîkirina pêşeroja azadiya çapemeniyê li gorî daneyên ji rapora çavdêriya salane tekez kir, banga hevsengiyeke di navbera azadiya derbirînê û berpirsiyariya pîşeyî de kir û hawîrdorek medyayê ya ewletir û dadperwertir ava kir.

Pirsgirêkên zagonî azadiya medyayê sînordar dikin

Seroka Foruma Rojnamevanên Jin ên Iraqî Nibras Al-Maamourî çarçoveya zagonî ya azadiya medyayê nirxand û rave kir ku Destûra Bingehîn a Iraqê, bi taybetî madeya 38 azadiya derbirînê û çapemeniyê digre bin temînatê. Nîbras destnîşan kir ku pêkanîna wê ya pratîkî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye, di nav de bikaranîna qanûnên heqaret û cezayî, nebûna qanûnek ku bi taybetî mafê gihîştina agahdariyê digre bin temînatê dike û nîqaşa berdewam a li dora zagona sûcên sîber.

Rojnamevanên jin bi binpêkirinan re rûbirû dimînin

Nibras destnîşan kir ku rojnamevanên jin bi binpêkirinên pir caran re rûbirû dimînin, di nav de heqaret, tacîz û şantajên serhêl, ji bilî zêdebûna zextên civakî û pîşeyî ku ji ber belavbûna diyardeyên medyaya nû li ser platformên dîjîtal zêde dibin.

Der barê çavdêriya binpêkirinan de, Nîbras Al-Maamourî da zanîn ku îstatîstîk nîşan didin li gorî texmînên serbixwe bi qasî 182 bûyer û binpêkirin hatine tomarkirin. Nîvê van li Herêma Kurdistanê qewimîne, bi navînî 7 heta 9 binpêkirin di her dozê de. Her wiha bal kişand ser pirsgirêkên din ên li herêmê yên têkildarî çewisandin û girtina rojnamevanan û bandora kontrola partîzanî li ser dezgehên medyayê.

‘Dramaya Iraqê ji ber rastiyê eşkere dike rastî zext û rexneyan tê’

Nîbras Al-Maamourî behsa rastiya dramaya Iraqê kir û da diyar kirin kir ku ew ji ber çareserkirina mijarên hesas ên weke gendelî, ewlehî û hinek pirsgirêkên civakî rastî zext û rexneyan tê. Ev carna dibe sedema sînordarkirinên rêziknameyî yan bangên rawestandin an guhertina hinel hilberînan. Nibras zêde kir ku nezelaliya hinek pîvanan weke "naveroka rezîlkirî", pirsan li ser bikaranîna wan a potansiyel ji bo sînordarkirina azadiya derbirînê, bi taybetî di mijarên krîtîk an siyasî de, derdixe holê.

‘Danîna standardên zelal ji bo rêkxistina naveroka medyayê’

Nîbras Al-Maamourî bi van pêşniyaran dawî li axaftina xwe anî: “Ya herî girîng danîna standardên zelal ji bo rêkxistina naveroka medyayê, parastina rojnamevanan, hesabpirsîna sûcdaran, derxistina qanûneke mafê agahdariyê û piştgirîkirina azadiya hilberîna medyayê û xurtkirina azadiya çapemeniyê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.”

‘Hewcedarî bi zagona parastina mafên rojnamevanan heye’

Rojnamevan û wergêr Rasêl Elî tekez kir ku bîranîna vê bûyerê girîngiya azadiya çapemeniyê û mafê gihîştina agahdariyê destnîşan dike. Rasêl destnîşan kir ku rojnamevanên jin di bin şert û mercên ewlehî û siyasî yên heyî de bi dijwariyên bi aloz re rûbirû ne, pêdivî bi qanûnek heye ku karê wan diparêze û mafên wan ên pîşeyî digre bin temînatê.

Rojnamevanên jin di navbera binpêkirin û sînordarkirinê de

Pispora medyayê Sara Mecîd destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê li Iraqê ji ber nebûna qanûnên astengker ên ku rojnamevanan ji binpêkirinan diparêzin, ji êrîşên fîzîkî û devkî bigre heya kampanyayên heqaretê, bi dijwariyên girîng re rûbirû dimîne.

Sara Mecîd da zanîn ku rojnamevanên jin ji ber sînordarkirinên civakî û eşîrî zoriyan dikşînin ku zehmetiyên karê wan, bi taybetî di nûçeyên siyasî de, zêde dikin, wan dixin ber gef û zilmê. Ev yek bûye sedem ku hinek kes dest ji pîşeyê xwe berdin an jî çalakiyên xwe kêm bikin da ku ewlehiya xwe misoger bikin.

Banga xurtkirina prensîbên azadiya derbirînê

Di dawiya çalakiyên Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de, bang  hat kirin ku prensîbên azadiya derbirînê werin xurtkirin û karê rojnamevaniyê weke stûna bingehîn a her civaka demokratîk were parastin. Ev roj girîngiya xurtkirina jîngeha zagonî û pîşeyî ya ewlehiya rojnamevanan digre bin temînatê ye û dihêle ku ew mîsyona xwe dûrî zext û binpêkirinan pêk bînin. Her wiha bi awayekî ku beşdarî ragihandina rastiyê û xizmetkirina berjewendiya giştî bibin. Di heman demê de ev roj dibe wesîle ku derfetek e ji bo nirxandina rastiya medyayê û pêşbînîkirina riyên pêşxistina wê, çêbibe.