Roja 613’emîn: Kî vê qetlîamê diparêze, diyar e

Malbata Şenyaşar 613 roj in ji ber Edliya Rihayê bang li rayedaran dike û edaletê dixwaze.

Riha – Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de daye destpêkirin di roja 613’an de berdewam dike. Dayîk Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin pêşiya edliyeyê û bi vekirina pankarta li ser “Edalet” dinivîsand çalakiya xwe domandin. 

Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û têkildarî kuştina 2 kesên li Pirsûsê hatine qetilkirin wiha got: “Edalet daxwaza hevpar a hemû kesên ku dixwazin wek mirovane bijîn e. Ji ber ku adîlane nehatin darizandin, kesên li Pirsûsê me qetilkirine ji malbateke din 2 kesên din jî qetil kirin. Her ku ev zilm bidome dê qetlîamên nû pêk bên. Êdî vê dayîkê bibînin. Li holê bêhiquqî, bê edaletî heye. Yên qetlîamê pêk anîn diyar e. Kî vê qetlîamê diparêze diyar e. Êdî qral tazî ye. Em dixwazin ev bi dengekî bilind bê gotin.”

‘Dinihêrin lê nabînin’

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ev pêyam parve kir, “Rayedarên di asta jor de tevî çek û  seyareyên xwe dikevin nav edliyê. Hemu rayedaran li dayê dinihêrin; lê kes nabîne. Çav hene kor in, dil hene kevin girtine...”