Roja 517’emîn: Daxwazên me yên mirovî û hiqûqî taloq nekin

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê 517 rojin bê navber didomînin, wiha got: “Dewlet jî hikûmet jî baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in. Daxwazên me yên mirovî û hiqûqî zêdetir taloq nekin."

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 517’emîn de didome. Malbatê ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê dîmenên ku di dema partiyên siyasî û endamên rêxistinên sivîl hatine serdana wan hatibûn girtin de belav kir û ev parvekirin kir: "4 sal e em li ber xwe didin. Dewlet jî hikûmet jî baş dizane ku em di doza xwe de mafdar in. Daxwazên me yên mirovî û hiqûqî zêdetir taloq nekin."