Li Kampa Waşokanî agir bi konekî ket: 2 zarok jiyana xwe jidest dan

Agir bi konekî li Wargeha Waşûkaniyê ya li Hesekê ket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Duho setaên şev li Wargeha Waşûkaniyê ya li Hesekê agir bi konekî ket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber êrişên dewleta tirk welatiyên li Serêkaniyê yên mecbûrî koçberiyê hatin hiştin li vê kampê dimînin. 

Şeva Şemiyê li vê wargehê agir bi konekî ket. Di encamê de Ebid Mehmûd Semo (6) û Zahir Mehmûd Semo (5) ku birayê hev bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li ser sedema şewatê agahî bi dest neket.