Roja 514’an: Ji bo serweriya hiqûqê têkoşîna me berdewam dike

Malbata Şenyaşar a ku nobeta edaletê li ber deriyê Edliyeya Rihayê didomîne, wiha got: “Ji bo ku li dijî hiqûqa serdestan, serweriya hiqûqê bê avakirin têkoşîna me berdewam dike.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 543’emîn de berdewam dike. Malbat serê sibê ji mala xwe ya li Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê, hesabê Wezareta Dadê etîket kir û ev parve kir: “Ji bo ku li dijî hiqûqa serdestan, serweriya hiqûqê bê avakirin têkoşîna me ya edaletê li ber deriyê edliyeyê di roja xwe ya 514’emîn de berdewam dike."