“Dayika min bi saxî xistine nava tabûtê”

Keça Mekbule Ozer a 80 salî ku di 9’ê Gulanê de hatibû girtin, Naîme Ozer diyar ku girtina dayika wê sûc e û got ku dayika wê bi saxî xistine nava tabûtê.

Wan – Makbule Ozer a ku li Edremîta Wanê bi hinceta “alîkariya rêxistinê” di 9’ê Gulana 2022’yan de hat girtin û dadgeha herêmî du sal ceza lê birî ji ber ku ji sedî 53 astengdar e, her roja derbas dibe pirsgirêkên wê yên tendirustiyê zêdetir dibin. Di roja duduyê Tebaxê de bi gumana Covîd 19 wê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê lê encama testa wê negatîf derket. Li gorî agahiyên ku bijîjk dane di kezeba wê ya reş de iltihab û di dilê wê de jî werm çêbûye. Keça wê Naîme Ozer piştî ku duh çû hevdîtina dayika xwe ji Jinnewsê re axivî.

“Li ber serê dayika min nobetê digrin”

Naîme Ozer bal kişand ku rewşa dayika wê nebaş e û wiha domand: “Hevalên wê yên li koxûşê gotin ku dayika min ji wan re gotiye ‘ger wiha bidome ez ê dawî li jiyana xwe bînim’ ji ber wê jî 24 saet li ber serê wê nobetê digrin. Hemû pêdiviyên wê ew pêk tînin. Herî dawî dema ku çûye serê xwe bişû ketiye xwarê û ji ber ketinê milên wê zirarê dîtine. Dayika min a ku jixwe bi gopal dikaribû bimeşiya niha ji milê xwe jî zirarê dît.

“Dayika min êdî nikare tehemul bike”

Naimeyê diyar kir ku ew ji ber dayika xwe gelekî ne rehet in û wiha lê zêde kir: "Miroveke extiyar ferqa wê êdî ji zarokek namîne. Dayika min nikare hîn zêde li ber vê îşkenceyê îdare bike. Diya min li wir terkî mirinê kirine. Dayika min her roj ji bo kontrolên xwe yên rojane diçe nexweşxaneyê. Dema dibin nexweşxaneyê zehmetiyê dikşîne, li wesayîda rîngê jî siwar bibe. Dayika min bi vê îşkenceyê dibin û tînin. Tansiyon, şekir, pirsgirêka dil a dayika min heye. Her wiha di warê girtina hilmê de jî zehmetiyê dibîne. Ew jineke astengdar e. Nikare destên xwe jî bi kar bîne. Bi gopal dimeşe. Pir zehmet e ku dayika min li wir bimîne û em dixwazin derkeve."

Herî dawî bi daxwaza tedbîrê serlêdan hat kirin

Parêzera Makbuleyê Dilan Kunt jî diyar kir ku wan serî li Dadgeha Makeqanûnî dane. Her wiha Dîlanê da zanîn wan ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ji profesorê tipa edlî rapora alternatîf girtiye û pêşkeşî Dadgeha Makeqanûnê kirine. Dîlanê herî dawî got ku divê demildest Makbule serbest bê berdan. Dîlan Kunt da zanîn ku piştî Makbule Ozer bi hinceta “alîkariya rêxistinê” ji aliyê dadgeha herêmî ve 2 sal ceza gir, wan serî li Dadgeha Makezagonê (AYM) kirine. Her wiha da zanîn piştî wan ji bo cezayê xwe li malê bikşîne serlêdan kirin û ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Wanê û Dadgeha Cezayê Giran a Yekemîn ve hat redkirin, vê carê jî bi daxwaza “tedbîrê” serî li AYM’ê dane.