Roja 508’emîn: Em edaleta rast dixwazin, ne edaleta biterîfe

Malbata Şenyaşar a nobeda xwe ya edaletê di roja 508’emîn de didomîne wiha got: “Teraziya edaletê xira bûye û hemû kes bêdeng e. Em ne edaleta biterîfe lê edaleta rast dixwazin.”

Riha – Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 508’an de jî berdewam kir. Malbat di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hat pêşiya Edliyeya Rihayê.

Di çalakiyê de dowîza “Nobeta me ya li dijî zilmê di roja 508’an de ye” vekirin û li ser derenceyên edliyeyê dest bi nobetê kirin. Welatiyên rêya wan li edliyeyê ketin hatin serdana malbatê. 

Li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî malbatê ev peyam parve kir: “Teraziya edaletê xerab bûye û hemû kes bêdeng e. Zilma darazê ya li ber deriyê Edliyeya Rihayê ev 508 roj in didome. Em ne edaleta biterîfe lê edaleta rast dixwazin.”