Amed amadekariya mitîngê dike

Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Parêzgehê Gulîstan Atasoy têkildarî amadekariyên destpêkê yên mitînga ku HDP’ê di 6’ê Tebaxê de li Amedê wê bi dirûşmeya “Çareserî em in ji şer û dagirkeriyê re na!” pêkbinê, ji ajansa me re axivî.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - HDP dê li Stenbol û Amedê derbarê zêdebûna qeyrana aborî, xebatên hilbijartinê û pirsgirêkên din ên li welat du mîtîngên cuda li dar bixe. Mitîngên ku bi dirûşma “Çareserî em in ji Şer û Dagirkeriyê re Na!” dê bên lidarxistin, ya yekemîn dê di 6'ê Tebaxê de li Amedê, ya din jî di 7'ê Tebaxê de li Stenbolê bê were pêkanîn. Ji bo mitînga ku tê plankirin li Amedê di Qada Îstasyonê de bê lidarxistin, îro ji bo cihên pêwîst serlêdanên fermî hatin kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Parêzgehê Gulîstan Atasoy a diyar kir ku ewê bi tempoyek bilind xwe ji bo mîtîngê amade bikin û da zanîn ku ji bo mitîngê ji herêmê tevlîbûneke girseyî pêk were.

Ji bo mîtîngê serlêdanên fermî hatin kirin

Gulîstan Atasoy a diyar kir ku ji pêvajoyên awarte yên li welat tê jiyîn herî zêde gel mexdûr dibe û qeyranên aborî, çandî û siyasî yên tên jiyîn ketiye nava hev, bal kişand ku ev qeyran rasterast bi polîtîkayên şer ên hikûmetê ve girêdayî ne. Gulîstan Atasoy anî ziman ku dema hikûmet her roj welat dikişîne nava şer, xizanî û belengaziyê, ji bo xwe li ser desthilatdariyê bihêle jî hem li hundir hem jî li derve konsepta şer didomîne.

“Şer ne tenê mirin, xizanî, qeyran û koçberiyê jî diafirîne"

Gulîstan Atasoy a bal kişand ser polîtîkayên şer ên li dijî Başûrê Kurdistanê û zirarên ku gelên herêmê dibînin, anî ziman ku dê di mitîngên ku li dar bixin de banga rawestandina van polîtîkayan bikin. Gulîstan Atasoy a da zanîn “Pêwîstiya hemû kesên li vê erdnîgariyê dijîn aştiyeke mayînde û bi rûmet heye” û got; “Bi taybetî piştî sala 2015’an li vî welatî avakirina rejîmeke otorîter û zilmker pêk hat. Di rojevê de hiştina oparasyonên leşkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê û li gel we hertim êrişên li dijî Rojava, weke amadekarîya hikûmetê ya ji bo hilbijartinan tê dîtin. Lê em hertim dubare dikin ku wan polîtîkayan ne sûd jî Tirkan û ne jî gelên Tirkiyeyê nayne. Qetlîma herî dawî ya li Zaxoyê hat jiyîn nîşan da ku ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Şer ne tenê mirin, xizanî, qeyran û koçberiyê jî diafirîne. Van hemûyan jî, weke pirsgirêkeka civakî ya mezin derdikeve li holê. Lewma divê beriya her tiştî dawî li van êrîş û polîtîkayên şer bê anîn. Em ji Amedê hewl didin têkoşîna vê bidin.”

“Me dinava ruhê seferberiyê de dest bi xebatên xwe kir”

Gulîstan Atasoy, da zanîn ku mitîng li dijî polîtîkayên qirêj ên hikûmetê dê bibe bersiveke mezin, bal kişand ku divê wateyê de  bê navber xebatên mîtîngê didomînin û heta 6'ê Tebaxê dê li qadan bin. Gulîstan Atasoy a diyar kir ku gelê Amedê dê li dijî qeyrana tê jiyîn soza xwe li qada mitîngê bide, di banga kir de cih da van gotinan;

“Em ê ji bo hem van şeran û hem jî texrîbatên ku van şeran derdixin holê û ji bo gelê Amedê di vê rojeva germ de gotina xwe rasterast bi girseyî vedibêje, em ê  li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngekê li dar bixin. Mijara sereke ya vê mitîngê polîtîkayên şer ên heyî û ji xizanî û talana van polîtîkayên şer diafrîn re bibêjin na. Armanca me ya din jî ew e ku em nîşan bidin ku siyaseta rêya sêyemîn ji eniya Amedê çawa tê meşandin.Li ser vê bingehê me di nava ruhê seferberiyê de dest bi xebatên mitîngê kir. Me serlêdana xwe ya fermî kir û hemû materyalên xwe amade kirin. Em ji îro pê ve em dest bi xebatên ku dê 25 wekîlên me tevli bibin û jî navçeyên derdor û navenda Amedê jî tevlibûn pêk were, dikin. Em gel ji bo ji pêşerojê re hin zêdetir bi hêviye temaşê bikim, ji mitîngê re vedixwînin mitîngê.”