RJAK: Bi hêza raperînê em ê bi hev re têkoşînê ser bixin

RJAK’ê bi boneya salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Divê aliyên siyasî û rêxistinên jinan, ji bo parastina xaka herêmê ji êrişan, xwedî helwest bin.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 33’yemîn salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşnad.

Daxuyanî wiha ye:

“Her dem xeta têkoşînê hewldana xwe daye, tevî xeta xiyanetê û rêgiriyê jî bedelên mezin hatine dayîn û jinan di vê oxirê de gelek bedel dane. Xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo ku bigihîje mafên xwe û bi aramî bijî, bi hêviyek mezin raperîn da destpêkirin lê niha Herêma Kurdistanê ji her demê zêdetir di bin metirsiya dagirkeriya çandî, ziman û hebûnê de ye.

Ji bo ku herêm were parastin, pêwîstî bi hişyariyê heye divê em xwe ji hemû metirsiyan biparêzin. Em bang li hemû aliyên siyasî û rêxistinên jinan dikin ku ji bo parastina xaka herêmê ji êrişan, xwedî helwest bin. Raperîn di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke girîng e, ji bo vê bi hêza raperînê em bang li hemû Kurdistaniyan dikin û dibêjin ku em ê bi hev re têkoşînê bi ser bixin.”