ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 144 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li gor rapora meha Sibatê ya meclîsa ÎSÎG; di meha Sibata 2024’an de 6 jê zarok, herî kêm 144 karker dema kar dikirin jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) encama rapora xwe ya cînayetên meha Sibata 2024’an eşkere kir. ÎSÎG’ê bal kişand ser karesata madenê ya li navçeya Licik a Erzînganê û got ku tevî 22 roj bi ser re derbas bûne jî hêj 9 karker nehatine dîtin.

Di raporê de her wiha rapora çavdêriyê ya Maden-Îş Sendîkayê ya têkildarî karesatê madenê bi berfirehî hate dayîn. Her wiha di raporê de ÎSÎG’ê bal kişand ser Kafkametler a di 19’ê Mijdarê de li Behra Reş noqî avê bûyî û keştiya bar a Batuhan A ya li di 15’ê Sibatê de li Marmarayê noqî avê bûyî û got ku mirina karkeran weke “cînayeta kar” nehatiye hesibandin.

ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha Sibatê de herî kêm 144 karkeran û her roj “herî kêm” 5 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat destnîşankirin ku di nava beşên kar de bi 39 karkeran herî zêde karkerên di beşa înşaetê de jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di meha Çileyê de 6 û di meha Sibatê de jî herî kêm 7 karkerên zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.