RJAK: Baykota kel û pelên Tirkî bikin

Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê RJAK di salvegera komkojiya gelê Êzidî de daxuyaniyek nivîskî dan û dan diyarkirin ku kirîna her berhemek yê tirkî dibe bombe û li dijî gelê me tê bi karanîn.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina jinên azad yên Kurdistanê RJAK bi boneya heştemîn salvegera komkojiya gelê Êzidî di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de daxuyaniyek nivîskî weşandin û daxwaz kirin ku gelê Kurd û jin divê baykota kel û pelên tirkî bikin û nebin hevkarê dewleta tirk ji bo kirîna berhemê wan.

Daxuyaniya RJAK’ê wihaye:

“Bi boneya 8’emîn salvegera komkojiya gelê Êzidî di sala 2014’an de, ew fermana li ser qirkirina gel ji bo tunekirina jinên Şengalê bi destê reşê yê çeteyên DAÎŞ’ê hate destpêkirin, di nava vê qirkirinê de jin û zarok bûne qûrbanî. 11 hezar pêşmergeyên PDK û hêzên Îraqê di nava Şengalê debûn û nekarîn gelê Şengalê bi parêzin û bi tenê hêlan, di vê karesatê de bi hezaran xelkê Şengalê rastî kuştin, kolekirin û qirkirinê hatin û heta niha jî gelek dîl hîna jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê dene. Piştî sala 2014’an bi destê dewleta Tirk gelek pêşengên gelê Êzidî bûn qûrbanî. Ji ber wê em daxwaz dikin ku hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê li ser vê dagirkeriya ku li Başûrê Kurdistan û Şengalê tê kirin bêdeng nebin. Ji ber di nav de gelên din jî dibin qûrbaniyên dewleta Tirk. Weke RJAK em daxwaz dikin gelê Kurd beykotê kel û pelên tirkî bikin, ji ber kirina her berhemek yê tirkî dibe bombe û li dijî gelê me tê bi karanîn.

Em weke Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê di salvegera komkojiya Şengalê de soza baykotkirina kel û pelên tirkî didin. Bi kampanya ‘Na ji bo kirina kel û pelên tirkî’ em wê biryarê ji ber topbarana dewleta tirk ya li ser cihê geştiyarê ya Zaxo ku têde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birindar bûn ku piraniya wan xelkê Iraqê bûn, didin. Em jî weke hemwelatiyên Iraqê piştgiriya daxwazên xûşk û birayên Ereb dikin û dibêjin bila leşkerên Tirk ji Iraqê derbikevin.”