Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê

Makbule Ozer a 80 salî ku ji sedî 53 astengdar e û li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye, bi gumana Covid-19 rakirin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan - Makbule Ozer a 80 salî ya ji sedî 53 astengdar ku li navçeya Edremîta Wanê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hat birîn û di 9'ê Gulanê de şandin girtîgehê.

Li dayika Makbule Ozer a 80 salî ku ji sedî 53 astengdar e, li Artemêtan a Wanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn û di 9’ê gulanê de hate girtin. Hat zanîn ku dayika Makbule rakirin nexweşxaneyê. Ozer, li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin û piştî ku rewşa wê giran bûyî, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. 

Ji bo ku Ozer cezayê xwe li malê derbas bike serlêdan hatibûn kirin lê belê Dadgeriya Înfazê ya Wanê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ev daxwaz red kiribû. Li ser vê yekê parêzer Dîlan Kunt Ayan bi daxwaza “tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû.