Rita Colombia: Nêzî ji sedan 91 ê jinên Îraqê kar nakin
Nûnera Sendîqayên Netewên Yekgirtî ya Îraqê Rita Colombia diyar kir ku rêjeya ew jinên ku li Îraqê kar nakin nêzî ji sedan 91 e.

Navenda Nûçeyan – Nûnera Sendîqayên Netewên Yekgirtî ya Îraqê Rita Colombia di daxuyaniyek ya çapemeniyê de diyar kir ku hêjmara Îraqêyên ku di navbera temenê 15-65 salî de ji sedan 59’an zêdetir e, ev jî tê wê wateyê ku yên ku ev kes di nava Îraqê de dikarin kar bikin.
Her wiha bi bîr xist ku li gora ew hêjmara wezareta pilandanînê Îraqê belav kirî, hêjmara xelkan 42 milyon kes in û heta sala 2030’an wê bigihe 50 milyonan. Ger rêjeya pirsgirêka rûnîştvanan weke niha ji sedan 2.3 berdewam bike, wê li gora daneyan ber bi kêmbûnê ve biçe û Îraq jî ber bi wê ve diçe ku vê hêjmarê kêm bike.
Der barê karkirina jinên Îraqî de Rita Colombia diyar kir ku di sala 2021’an de rêjeya ew jinên ji derveyî bazarê kar dikin ji sedan 90.8 bû û tenê ji sedan 9.8’an kar dikirin. Lê belê li herêma Kurdistanê hêjmara ew jinên di nava bazarê de kar dikin zêdetir e digihe ji sedan 14’an.