"Jin bi xebatên xwe bersiva polîtîkayên qirkirinê dan"

Endamên Kongra Star ên tevlî konferansê bûn bal kişandin ser astengî û têkoşîna li dijî êrîşên dijmin û polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan û got: "Jin wê xwe bi raman û felsefeya Rêber Apo ji êrîşan biparêze û xwe rêxistin bike.”

HESNA MIHEMED

Şehba – Di bin diruşmeya "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û serbixin" Kongra Star a herêma Efrînê 4'emîn konfransa xwe ya du salan li hola çand û huner a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist. 300 delege ji nûner û endamên Kongra Star û Rêveberiya Xweser bi rengên xwe yên filklorî, di heman demê de mêvanên ji bajarê Heleb, herêma Cizîr û dayîkên ku di xeta azadiya jin de ked dane beşdarî konfransê bûn. Di konfransê de rewşa jinan, xurtkirina rêxistina jin di rewşa koçberiyê de û plansaziya kar û xebatên demê pêş hate nîqaşkirin.

“Hemû xebatên me wê li ser esasê rêxistinkirina jinê û civakê be”

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrîn Ferîda Îbo kar û xebatên xwe yên du salan nirxand û wiha got: "Piştî koçberiyê me hewil da rêxistina xwe xurt bikin, fikir û felsefeya Rêber Apo bi jinan bêhtir bidin nasîn û di nav civakê de belav bikin da ku em bigihin civakek azad û wekhev. Ji ber êrîşên dijmin ên bi rêya şerê taybet di nav civakê de hin lawazî derket, lê me hewil da ku em vê yekê derbas bikin û bi rêxistina xwe bibin bersiva şerê ku dixwazin li ser me bidin meşandin. Em li kêleka jinan sekinînin û me nehişt şerê taybet li ser wan bê meşandin. Her wiha bi rêya semîner, civîn, perwerde û nîqaşan me xebatên birêxistinkirina jinan meşand. Piştî du salan ji kar û xebat me di komînan de hilbijartinên xwe nûjen kir û bi xwestek û dengê gel nûnerên Kongra Star hatin avakirin.”

“Hemû xebat dê ji bo azadiya Rêber Apo bên kirin”

Ferîda Îbo xebat û plansaziyên xwe yên du salên pêşî diyar kir û got: "Niha konfransa xwe jî li ser asta kantona lidar dixin da ku em xebatên xwe li dijî polîtîkayên desthilatdaran xurtir bikin. Ev konfrans wê bibe cihê çarseriya pirsgirêkên jin û civakê û hemû jinan hembêz bikin. Li ser vê bingehê plansaziya xwe ya du salên pêş amade kir ku di serî de tekoşîn û xebatên me wê li ser esasê azadiya Rêber Apo be û ji bo wê xebatên cur bi cur bên li darxistin. Dê perwerdeyên ji bo her du zayînan û bi taybet jî perwerdeyên mêran weke Kongra Star emê bidin ser milê xwe.”

“Em ê bi rêxistinkirin û tevgera jinê bibin bersiva polîtîkayên qirker ên li ser jinan”

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrîn Gulê Mihemed jî destnîşan kir ku wê konfransa wan bibe bersiva polîtîkeyên dagirkeran û wiha vegot: "Em konfransa çaremîn li Rêber Apo û şervanên azadiyê pîroz dikin. Lidarxistina konfransê di demek wiha de bersiva polîtîkayên dewletên desthilatdar e. Li Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur heman polîtîkaya qetilkirin û qirkirina jina pêşeng û zana tê meşandin. Hemû siyasetên hêzên hegomanîk li ser jin ji yek mêjî û fikir tê. Di şexsa jin de dixwazin îrade û vîna jina azad bidin çewsandin û bişkînin da ku li beramberî wan serê hilnedin. Di heman demê de xwesteka hêzên dagirker ew e ku tevger û rêxistina jin lawaz bikin. Em ê bi xurtkirina rêxistin û tevgera jin bibin bersiva polîtîkeyên qirkirinê ya li ser jinan. Bi hemû hêza xwe ji dijmin re radighînin ku tu carî em tune nabin û em ê her hebin ji ber me tekoşîna xwe ji xeta pakrewanan girtiye. Em ê heya dawiyê xwedî li doza xwe derkevin û bigihin azadiya xwe. Jina azad wê azadiya Rêber Apo mîsoger bike."

"Bi pergala Netewa Demokratîk emê rêxistinbûna xwe xurt bikin"

Berdevka Kongreya Star a bajara Helebê Vejîn Mihemed ku beşdarî konferansa 4'emîn a Kongra Star a Efrînê bûye axivî û got: "Erka ku dikeve ser milê me ku em rêxistina Kongra Star di bin sîwana projeya Netewa Demokratîk ji jinan re bidin nasîn da ku jin cihê xwe tê de bigire û xwedî li vê fikirê derkeve. Kongra Star hemû komîteyên ku dikevin xizmeta gel di nav xwe de dihewîne bi taybet komîteya aborî ji bo xurtkirina aboriya jin tevdigere û bi jinan re dibe alîkar. Ev konfrans wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên jin, bi taybet jinên ku rojane bi lêdan û îşkenceyan re rû bi rû dimînin. Em bi hêvî ne salên pêşiya me xwe bigihînin hemû jinan û wan li ser xeta azadiya jin birêxistin bikin. Em piştevaniya jinên ku di çemperên şer de cih digirin, dikin û li kêleka wan disekinin.”

Plansaziya dû salên pêş ragihandin

Ji bo meşandina kar û xebatek baş ya du salên pêş Kongra Star a herêma Efrînê plansaziya xwe ya du salan ragihand. Li ser vê bingehê ji qada tendûristî, heyanî avakirina rêveberên giştî ya jin û dîwanên jin ên li navçeyan plansaziya xebatên dû salên pêş hat diyarkirin.