Riham Hico di Konferansa Jinan de banga têkoşîna hevpar kir

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ya yek ji beşdarên Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Tûnisê ye, bal kişand ser êrîşên qirkirinê û bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi jinên Êzidî re têkoşîneke hevpar bimeşînin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ku beşdarî 3’emîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya li Tûnisê di 4’ê îlonê de dest pê kir bû, der barê konferansê de ji ajansa me re nirxandinan kir. Riham Hico got ku wek gelê Êzidî gelek caran rastî qirkirinê hatine, bi bîr xist ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de jî rastî êrîşên DAIŞ’ê yên hovane hatine.

"Ji ber wan êrîşan êşên mezin hatin kişandin”

Riham Hico anî ziman ku Êzidiyan di êrîşên qirkirinê de gelek êş kişandine û bi van gotinan tiştên hatin jiyîn vegot: “Di êrîşên DAIŞ’ê de, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, zarokan li gorî îdeolojiya xwe perwerde kirin, jin rastî êrîşên destdirêjiyê hatin û travmayên giran ên derûnî çebûn. Li aliyê din kesên me yên ji çeteyan rizgar bûn jî di kampan de di nava hejarî û bêçaretiyê de dijîn."

“Divê kiryar di qada navneteweyî de bên darizandin"

Riham Hico diyar kir ku êrîşa li dijî Êzidiyan sûcek qirkirinê ye û ji ber vê yekê divê kiryar di asta navneteweyî de bên darizandin, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Riham Hico bal kişand ku di bombebarana nexweşxane, dibistan û qadên sivîlan de xwendekar, sivîl û xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan, anî ziman ku Tirkiye ji ber vê sedemê sûcê şer dike.

“Divê hemû cîhan piştgiriyê bide jinên Êzidî’

Riham Hico li dijî hemû êrîşên tên kirin, banga têkoşîna hevpar kir û got; “Divê jinên li her aliyê cîhanê dijîn, piştgiriyê bidin jinên Êzidî. Em weke hemû jinan divê li dijî êrîşan di nava piştevaniyê de bin. Divê jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin bên rizgarkirin û ji bo vê jî hewl dan bê dayîn.” Riham Hico anî ziman ku konferans ji ber vê yekê xwedî wateyeke dîrokî ye û diyar kir ku jin weke duh dê îro jî berxwedana xwe berdewam bikin.