Di roja 551’emîn de parlamenterên CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin

Parlamenterên CHP’ê yên serdana malbata Şenyaşar a li Rihayê Nobeta Edaletê didomîne kirin, ev soz dan: “Bila dayika me qet meraq neke, teqez em ê edaletê bînin vê axê.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 551’emîn de didome. Malbata Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê hatin ber edliyeya Rihayê û nobetê dan destpêkirin. Malbata li dîwarê “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” wêneyên ku ji bo “Pêşangeha Edaletê” di dema Nobeta Edaletê de hatin kişandin û li bariyerên li pêş edliyeyê, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” daliqandin.

Şandeya CHP’ê ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û parlamenterê Balikesîrê Ahmet Akin, parlamenterê Rihayê Azîz Aydinlik, parlamenterê Stenbolê Mahmût Tanal û yên li gel wan pêk dihat, serdana malbatê kirin. Di serdanê de Ferît Şenyaşar der barê qetlîamê û dozê de agahî dan şandeya CHP’ê û got: “Em ji bilî edaletê tu tiştek naxwazin.” Parlamenter Mahmût Tanal jî sozê da malbatê û got: “Bila dayika me qet meraq neke, teqez em ê edaletê bînin vê axê.”