Rêxistina Sara: Divê kujerên Nûra, Ala û Zûbeyda werin cezakirin

Rêxistina Sara a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê qetilkirina her sê jinên ku li Eyn Îsa, Til Hemîs û Dirbêsiyê hatine qetilkirin şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku kujer cezayê herî giran bistîne.

Qamişlo – Li gorî daneyên Rêxistina Sara a Herêma Cizîrê ji destpêka sal ê ve 6 jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine qetilkirin. Piştî li Eyn Îsayê qetilkirina Ala Mustefa El-Tahir û Nûra ya li Til Hemîs a Kantona Qamişloyê hat qetilkirin, duh jî li navçeya Dirbêsiyê Zûbeyda Ebdilwehab ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû Xalid Ehmed Qadir ve hat qetilkirin. Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan têkildarî qetilkirina jinan daxuyaniyek da.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya bi dirûşma "Bes e ji bêdengiya te, bes e ji tundiya te re" da bal kişand ku ev hemû polîtîka bi taybetî jî polîtîkaya şerê taybet a ku li dijî jinan tê meşandin e û armanca tepisandina azadiya wê û têkbirina îradeya wê ye û ji aliyê pêwendîdar xwest tavilê kujer cezayê herî giran bigrin.

Polîtîkayên şerê taybet

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Rêxistina Sara Reşa Derwîş ve hat xwendin wiha bû: "Jinan nekujin! Diyardeya şîdeta li ser jinê diyardeyeke cîhanî ye ku hemû civak tûşî wê dibin û di van demên dawîn de tundiya li ser jinan li herêmê zêde bûye. Ruxmî ku di hemû warên jiyanê de, di warê leşkerî, civakî û siyasî de wek pêşenga wê ye, ji ber vê yekê şerê taybet li dijî wê tê meşandin. Jin, ji aliyê komên terorîst ên girêdayî çeteyên dewleta tirk tên destek dikin, weke hedef tên dîtin. Ev hemû polîtîka bi taybetî jî polîtîkaya şerê taybet a ku li dijî jinan tê meşandin e û armanca tepisandina azadiya wê û têkbirina îradeya wê ye.”

‘Encama zihniyeta zilamsalar’

Daxuyaniyê bal kişand ser jinên ku hatine qetilkirinkirin û wiha dom kir: "Li navçeya Eyn Îsa yê Ala Mustefa El-Tahir ku temenê wê 30 salî bû, bi alaveke tûj li ser destê pismamên hevjînê xwe hat qetilkirin. Her wiha şeva borî me agahiya qetilkirina Zubeyda Ebdilwehab, ku ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleya çekê hatibû kuştin, bihîst. Ev sûc li navçeya Dirbêsiyê rû da ye. Heman wextê de jî berî çend rojan li Til Hemîsê jî Nûra Ibrahîm hatibûn qetilkirin. Ev sûcên hovane yên li dijî jinan, encama zihniyeta zilamsalar û urf û adetên eşîrî yên kevnar e. Lê bi çi gunehî jin bi vî awayî bi vî rengî hovane û dijmirovahî têne kuştin û êrîşa zayendî li keçan dikin.

‘Divê werin cezakirin!’

Di dawiya daxuyaniyê de Rêxistina Sara wiha helwesta xwe anî ziman: “Em weke Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her cure tundiya li ser jinan, kuştin, destavêtin û revandina hovane, ku hişê mirov nikare xeyal bike, bi tundî şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan û rayedarên herêmî yên pêwendîdar dikin ku cezayên herî giran li dijî her sûcdarekî ku van sûcên dijmirovahî dike, ango cezayê mûebed lê bibirin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Na ji qetilkirina jinan re” bi dawî bû.