Menzîle Hewremî: Têkoşîna jinan ji nedîtî ve tên

Menzîle Hewramî ya yek ji pêşmergeyên kevin e û çar salan rêveberiya Komaleya Kêmendamên Senger kiriye destnîşan kir ku ruxmê keda jinan hikumeta heremê cihêkariyê dike û keda wan ji nedîtî ve tê.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe – Menzîle Hewramî ya yek ji pêşmergeyên kevin e û çar salan rêveberiya Komaleya Kêmendamên Senger kiriye anî ziman ku jin li hemberî dîktatoriya rejîma Baasê têkoşînek mezin meşandine. Menzîle Hewramî bal kişand li ser têkoşîna ku jin li hemberî rejîma Baasê dane meşandin, destnîşan kir ku ruxmê keda jinan hikumeta heremê cihêkariyê dike û keda wan ji nedîtî ve tê.

Menzîle wiha behsa Komaleya Kêmendamên Senger kir: “12 jin endamên vê rêxistinê hene, hêjmara kesên xwedî pêdawistiyên taybet zêdene, lê belê niha karê rêxistinê nakin û giringî bi kar û barên jinan nadin. Çar salan weke serokê liqa Komaleya Kêmendamên Senger min xebat da meşandin.”

Hikumet cihêkariyê dike

Menzîle Hewremî ku di têkoşîna jinan de xwedî kedek mezin e anî ziman ku pêwistiyên senger nayê pêk anîn û daxwaz ji hikumetê kir ku kar ji bo kesên xwedî pêdawistiyê taybet bikin. Menzîle Hewremî bal kişand li ser bê mafiyên ku tê kirin û wiha domand: “Di kar û xebat de rolek me ya berçav hebû lê belê niha giringî nayê dayîna keda me, pileya me bilind nekir û pileyên bilind tenê ji bo mêran e.”