Rêxistina Sara: Divê dewleta tirk bê cezakirin

Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan têkildarî hedefgirtina dewleta tirk ji hersê jinên şervanên YPJ’ê re her wiha endamên asayîşa jinan daxuyanî da û da zanîn ku pêwîst e dewleta tirk li ser van kiryarên hovane bên cezakirin.

Qamişlo-Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi rêbazê hedefgirtina jinên şervan bi balafirên bê mirov kiriye. Di 22’ê Tîrmehê de sê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) her wiha li Eyn Îsayê jî endamên asayişa jinan hatin hedefgirtin di encamê de gihîştin asta şehadetê. Têkildarî mijarê Rêxistina Sara ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan kiryarên dewleta tirk bi daxuyaniyek şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Rêxistina Sara ya li taxa Hilko bajarê Qamişlo bi beşdarbûna jinan ji tevahî û rêxistinên jin hat dayîn.

“Balafirên dewleta tirk bêserûber êrîşê axa me dikin”

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Rêxistina Sara Arzo Temo ve hat xwendin wiha tê de hat gotin: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên hovane ji aliyê dewleta tirk ve tên. Armanca van êrîşan ew e şîkanina îradeya jinan û hedefgitina dîrok û projeya gelê demokratîk li herêmê. Dewleta tirk jinên şervan kiriye armanca êrîşên balafirên xwe, jinên ku têkoşîneke bêhempa li dijî terorê dane meşandin û cîhan ji xeteriyê xelas kirin. Balafirên dewleta tirk îradeya jinan hedef digrin da ku jin negihîjin azadiya xwe û destkeftiyên xwe yên di şoreşê de mayinde kirine winda bikin. Em weke Rêxistina Sara û hemû rêxistinên jin di herêmê de daxwaz ji hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dewleta tirk ji ber van kiryarên hovane ceza bikin. Bila êdî dewletên navneteweyî bi erka xwe rabin û dawiyê li van êrîşên dewleta tirk bînin.”