Jinan li Hesekê meşekê girseyî lidarxistin daxwaza girtina qada hawayî kirin

Jinên li Kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta tirk meşekî girseyî lidarxistin û xwestin qada hawayî ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî bê girtin. Jinan gotin: “Divê Koalîsyona Navnetewî bi erka xwe rabe.”

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker di vê dawiyê de bi rêya asîmanî û bejahî gelek êrişan li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî dike, di êrişan de jin, zarok, gel û hêzên ewlekariyê hedef girtin. Jinên ji Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê yên girêdayî bajarê Hesekê li navçeya Dirbêsiyê a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek girseyî lidarxistin. Jinan di meşê de daxwaz kirin ku li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker qada hewayî ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî bê girtin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîda Botî axivî.

"Divê qada hewayî were girtin"

Welîda Botê wiha got: "Dewleta tirk a dagirker a ku polîtîkaya qirkirinê di rêya hedefgirtina rêveberên jin û fermandaran de pêk tîne, dixwaze hêza gel û vîna jinan têk bibe. Fermandar Jiyan cîhana ku ji ber terora DAIŞ'ê ketibû metirsiyê de, bi berxwedaniyeke mezin cîhanê ji çeteyan rizgar kir. Dewleta tirk a ku berê bi navê DAIŞ êrîşî gelê me dikir, îro rûyê xwe eşkere kir. Êrîşên ku îro li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin jin û zarokan hedef digre, canê jin û zarokan îro parçe dibe.”

“Bila Koalîsyona Navnetewî bi erkê xwe rabe”

Welîda Bôtî di axaftina xwe de erkên saziyên mafên mirovan bibîr xist û wiha pê de çû: “Em ji cîhanê dipirsin; kanî zagonên mirovî? Kanî rola saziyên navdewletî yên bi navê zagonên mirovî bang dikin û xwe xwedî parêzvanên mafê mirovan dibînin? Divê Koalîsyona Navdewletî bi erkê xwe ve rabe û qada hewayî li hember balafirên dewleta tirk a dagirker bigre."

Meş bi siloganên ku berxwedana jinan silav dikin bi dawî bû.