Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan serbest berdin
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo siyasetmendara Kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê girtî ye bê berdan name ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbralim Reîsî re şand.
Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo balê bikişîne ser rewşa Siyasetmendara Kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê girtî ye û tê tecrîdkirin, name ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbralim Reîsî re şand.
Di nameyê de bal kişandin ser binpêkirina mafan ku Celaliyan pê re rûbirû maye û tenduristiya wê û ji rayedaran hat xwestin rewşa wê were başkirin û tavilê bê berdan. Di nameyê de hat gotin Zeynep Celaliyan 6 sal in li girtîgehê nayê dermankirin û di 29’ê nîsana 2020’an de jî testa wê ya Kovîd-19 jî pozîtîf derketiye.