Di meha despêka salê de li Tirkiyê 23 jin hatin qetilkirin

Platforma KCDP’ê rapora tundiya mêran a li ser jinan a meha çileyê bi raya giştî re par kir. Li gorî raporê 23 jin hatin qetilkirin û 14 jî bi awayek guman mirî hatin dîtin.

STENBOL - Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) daneyên tundiya mêran a li ser jinan a meha çileyê bi raporekê aşkerea kir. Li gor raporê di meha çileyê de li Turkiyê 23 jin hatin qetilkirin û 14 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
Li gor raporê ji 23 jinan heft jê ji aliyê mêrê bi wan re zewicî 6 jê bi mêrên bi wan re bûn û 2 jê jî ji aliyê mêrên berê bi wan re bûn, yek jê ji aliyê merê berê pê re zewicî, yek ji aliyê bavê xwe yek jî ji aliyê lawê xwe ve hat qetilkirin. 
16 jin li mala xwe du jê li kolanê yek di wesayetê de yek li eraziyê yek li cihekî bêdeng yek jî li otelê at qetilkirin. Cihê jinekê yê lê hatibû qetilkirin jî nehat tespîtkirin. 16 jinên hatine qetilkirin sedema wê diyar nebû. 5 jê jin ji ber xwestiye ji mêrê pê re veqete, lihevkirin, zewac û têkilî qebûl nekirine û 2 jê jî ji ber hincetên aboriyê hatine qetilkirin. 
Vê mehê 7 jin li Stenbolê hatin qetilkirin û li gorî daneyan vê mehê bajarê Stenbolê yê herî zêde jin lê hatîn qetilkirine.