Rêwîtiya bi hezaran a ber Amarayê ve dest pê kir

Bi boneya 75’emîn salvegera ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran kes ji bo meşa ku bi dirşûma “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” hat lidarxistin ketin rê.

Navenda Nûçeyan- Bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî yê Rihayê ve meşa ku bi dirûşma “Her der 4’ê Nîsanê her der berxwedan” hat li darxistin dest pê kir. 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşengiya wê dikin, bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî meşê bûn.

‘Hûn bi xêr hatin xaka Rojê’

Dayîkên Aştiyê bi cilên xwe yên rengîn beşdarî meşe bûn, beriya daxuyaniyê govend gerandin û girseyê bi kulîlkên di destên xwe de dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Li dijî astengiyan girseya ku li taxa Alîgora Pirsûsê hatin ba hev li vê derê daxuyanî dan. 

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ê di pîrozbahiyan de axivî, wiha got: “Hûn bi xêr hatin xaka rojê. Ev xak pîroz e. Heke miletek hebe helbet serokek wî heye. Serokê me jî birêz Ocalan e. Gelê Kurd 40 sal in xwedî li serokê xwe derdikeve. Ji ber vê yekê ji sala 2004’an û vir ve her kes berê xwe dide Amarayê. Kesên ku gotin ‘me Kurd qedandin’ li hemberî xwe gel dîtin. Kesê rêberiyê ji gel re dike jî birêz Ocalan e. Em xwedîderketinê pîroz dikin, riya me dirêj e. Birêz Ocalan 75 salî ye û dema azadiya wî ya fizîkî hatiye.

‘Dayik bi hesreta aştiyeke birûmet in’

Dayikan canê xwe, zarokên xwe di vê oxirê de dan. Bi dehan ciwanan jiyana xwe ji dest dan û ewqas jî di girtîgehan de ne. Îro li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ket qonaxeke nû. Ji bo grevên birçîbûnê îro pêvajoyeke nû dest pê dike. Divê em xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û bibin dengê wan. Barê me giran e lê em ê vî barî bi hev re rakin. Di serî de birêz Ocalan em ê bibin dengê hemû girtiyan. Heta ku çareseriyeke demokratîk pêk were dê têkoşîna me berdewam bike. Rojbûna birêz Ocalan careke din pîroz be.”

‘Gelê Kurd dersek da we’

 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî qala pirsgirêkên li welat tên jiyîn kir û wiha got:  “Welat di nava tevliheviyeke cidî de ye. Li vî welatî demokrasî, hiqûq, edalet di binê piyan de ne. Li cihê ku ev hemû lê hene, ya ku gotina dawî bibêje desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê ye. Di hilbijartinan de gel bersiveke mezin da. Gelê Kurd dersek da we. Desthilatdariya ku li Kurdistanê nikare hebûnê ava bike xwest bi dengdêrên sexte destkeftiyên gelê Kurd xesp bike. Li Wanê gel bersiv da. Desthilatdariyê êrişî hemû mafên me yên demokratîk kir. Namzedên me yên ku bi ser ketin bi kaşkirina bi erdê re hatin binçavkirin. Çima? Ji ber tirsê. Ew jî hêza me dizanin.”

‘Gelê Kurd fîşê sarincê kişand’

Çîgdem Kiliçgun Uçar, gotinên serokomarê AKP’î Tayîp Erdogan ên “Pêvajoya çareseriyê di sarincê de ye” bi bîr xist wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dema ku dest bi pêvajoya muzakereyê kir, gelek hişyarî kirin. Got ku ‘Welatekî xwîn û rondikên çavan lê nebe pêkan e.’ Desthilatdariyê çavên xwe got ‘Ev welat ne mehkûmî xizaniyê ye, ne neçarî derve ye’ Wan çavên xwe girtin û gotin ‘Me pêvajoya çareseriyê xistiye sarincê.’ Gelê Kurd fîşê sarincê kişand. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tevî şert û mercên tecrîdê yên 25 salan li ser piyan e pîroz be.”

 'Ji bo azadiya Ocalan çi ji destên me bê em ê bikin'

Çîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku divê Girtîgeha Îmraliyê were girtin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku birêz Ocalan rola xwe bikaribe bilîze divê hinek hewldan bên kirin. Fikrên birêz Ocalan li cîhanê tên nîqaşkirin. Li Rojava, li cîhanê Kurd li ser piyan in. Ev pirsgirêk bêçare nîne. Kesên ku di vê pirsgirêkê de îsrar dikin bersiva herî mezin girtin. Meşa Azadiyê didome. Îro berê me li Amarayê ye  li azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Me destûr neda ku desthilatdarî bi rejîma tecrîdê welat bi rê ve bibe, em ê destûrê nedin jî. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz be, têkoşîna me pîroz be.” 

 Piştî daxuyaniyê welatî ber bi Amarayê ve bi rê ketin.