Li Til Temir û Zirganê 4’ê Nîsanê bi şahî û çandina daran hat pîrozkirin

Pêkhateyên Kurd, Ereb û Aşûriyên navçeya Til Temir û Zirganê bi çandina 200 daran û şahiyek Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan a 75’an pîroz kirin.

Hesekê - Rêzeçalakiyên pîrozkirina sala 75’an a Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didomin. Bi pêşengiya Kongra Star a navçeya Til Temira kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro li Parka Şehîd Sosin Bîrhat a li rojhilatê navçeyê endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 200 darên zeytûn, mişmiş û kajêyan çandin.

Kurd Ereb û Aşûran bi hev re 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Di heman demê de îro bi sedan ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Aşûr ên navçeya Til Temir û Zirganê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir paşê hejmarek ji kevokan bi destên dayikên şehîdan hatin firandin.

Li ser navê meclisa navçeyê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî rojbûna Rêber Ocalan û serkeftina serhildanên gelê Wanê li Bakurê Kurdistanê jî pîroz kir û wiha domand: "Îro ne tenê rojbûna Rêberê me ye, rojbûna hêza me ya ku cîhanê ji terora herî xeternak xilas kir û têk biriye ye, salvegera 11’emîn a damezrandina YPJ’ê ye. Em vê rojê pîroz dikin.”

Peyamên pîrozbahiyê ku ji aliyê Partiya Sûriyeya Demokratîk û çend saziyên din ve hatibûn şandin, hatin xwendin.

Piştî axaftinê jî Koma Şoreş a Tevgera Tev-Çanda Mezopotamyayê, çend stranên ku amade kiribûn gotin. Her wiha Koma Hekaraî ya folklora Aşûrî bi çend govendên xwe yên ku her yek çîrokek vedibêje, ligel Koma Şehîd Sosin Bîrhat a Tevgera Hîlala Zêrîn jî çend dîlanên xwe pêşkêşî gel kirin û rastî eleqeyeke mezin hatin.

Şahiyê bi gotina helbestan ji hêla zarokên bi navê Rozerîn Şêxo û Ezîz Emar û gerandina govendê li ber stranan berdewam kir.