Rektor konsera hunermenda jin betal kir

Konsera ku wê hunermend Xecê li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Şirnexê lidar xistiba, ji aliyê rektoriyê ve bê hincet hat betalkirin.

Navenda Nûçeyan – Bêtehamuliya li hember Kurd û hunermendên Kurd li Tirkiyê li her qadê diyar dibe. Di demên dawî de li ser konserên hunermendan qedexe hatibû ragihandin, konsera ku hunermend Xecê wê di 4'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Şirnexê li dar xistiba ji aliyê rektoriyê ve bê hincet hat betalkirin.

Hunermend Xecê li ser hesabê xwe yê medyaya mecazî ragihand ku konsera wî hatiye betalkirin û ev tişt anî ziman: “Ji raya giştî re daxuyanî. Konsera me ya Xecê ya ku dihat plankirin di 4'ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê ya Zanîngeha Şirnexê were lidarxistin, ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve hat redkirin û betalkirin. Ji bo agahdariya we."