Rêjeya bêkariya jinan li Iraqê ji sedî 28.2 ye

Li gorî daneyên fermî, rêjeya bêkariya jinan li Iraqê di sala 2022’an de gihîştiye ji sedî 28.2 û rêjeya bêkariyê ya mêran jî ji sedî 14.7 e.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Plandanînê ya Iraqê rêjeya bêkariya jinan a di sala 2022’an de eşkere kir. Wezaretê diyar kir ku Iraq di warê bêkariya jinan de di nava welatên Ereb de di rêza duyemîn de ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêjeya bêkariyê ya jinan gihîştiye ji sedî 28.2 û rêjeya bêkariyê ya mêran jî ji sedî 14.7 e.

Wezareta Plandanînê ya Iraqê ragihand bû ku di Tîrmeha 2022’an de rêjeya bêkariyê li Iraqê ji % 16.5 e.