Li Efrînê ‘xaniyên mêtînger’ yên nû

Li Efrînê ji aliyê komeleyeke girêdayî Tirkiye û Filistînê ve “xaniyên mêtînger” yên nû tên avakirin.

Navenda Nûçeyan - Bi hevkariya Tirkiyê û Komeleya El Eyş Bîkeramê ya girêdayî Îxwana Filistînê (Birayên Mizliman) li derdora gundê Maratê yê rojavayê Efrînê ku şêniyên herêmê jê re dibêjin “xaniyên mêtînger” xaniyên nû tên avakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); li ser 10 donim erd xaniyên nû tên çêkirin. Li ser qadeke bi qasî 40 hezar metrekare 100 xanî hatine avakirin. Welatiyên li herêmê dijîn diyar kirin ku armanca avakirina van xaniyan guhertina demografiyê ye.