Rapora MKG'ê ya meha Sibatê: 9 jinên rojnameger di girtîgehê de ne

MKG'ê diyar kir ku di meha Sibatê de binpêkirina mafên jinên rojnameger berdewam kiriye û ragihand ku niha 9 jinên rojnameger di girtîgehê de ne.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi rapora meha Sibatê binpêkirina mafên jinên rojnameger eşkere kir. Li gorî raporê rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13'ê Sibatê de hatine binçavkirin û rojnamegerek hatiye girtin, muameleya nebaş li 3 rojnamegeran hatiye kirin. Her wiha li girtîgehê muameleya nebaş li girtiyek hat kirin. 

Binpêkirina mafên jinên rojnameger di meha Sibatê de wiha ye:

 Zextên desthilatdariyê yên li dijî rojnamegeran her ku diçe zêde dibin. Rojnamegerên jin ji aliyekî ve li dijî zextên desthilatdariyê li ber xwe didin û ji aliyekî ve jî li dijî zimanê zayendperest li ber xwe didin û serhildana xwe berdewam dikin. Rojnamegerên nûçegîhaniya jin, zarok, xweza û civakî esas digirin di meha Sibatê de bi sepanên mîna zext, girtin, darizandin, binçavkirin û birîna ceza re rû bi rû man. 

Şopandina nûçeyan a rojnamegeran li gelek cihan hat astengkirin, di heman demê de jî êriş li dijî wan wan çêbûn. Rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13'ê Sibatê de hatin binçavkirin. Rojnamegerek hat girtin û muameleya nebaş li 3 rojnamegeran hat kirin. Li girtîgehê muameleya nebaş li girtiyekê hat kirin. Hempîşeya me û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu piştî 10  mehan girtî ma şûnde hat tehliyekirin. 

Rojnamegerên ku mafên wan ên girtina nûçeyan tên astengkirin pênûsa xwe hîn bi hêz bi kar tînin. Jinên rojnameger ên ku li dijî zextan serî natewînin şopandina nûçeyan didomînin. Jinên rojnameger di heman demê de rihê piştevaniyê mezin dikin û li dijî binpêkirina mafên jinên rojnameger dengê xwe bilind dikin. Bi hêza vê piştevaniyê em bang li hemû aliyan dikin ku bi rojnamegeran re di nava piştevaniyê de bin û em bang li hemûyan dikin ku mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin. 

Hejmara rojnamegerên ku hatine binçavkirin: 6 

Rojnamegerên hatin girtin: 1

Rojnamegerên muameleya nebaş li wan hat kirin: 3 

Binpêkirina mafên rojnamegeran li girtîgehan: 1

Rojnamegerên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 1

Rojnamegerên der barê wan de doz hatiye vekirin (yên berat kirine: 2

Hejmara jinên rojnameger ên girtî ji 1’ê Adara 2024’an heta niha: 9

Lîsteya jinên rojnamegerên girtî: 

1. Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê

2. Dîlan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 

3. Elîf Ersoy – Berpirsiyara Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 

4.Hatîce Duman – Mudura Karên Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê

5.Ozlem Seyhan – Rojnameger

6.Tulay Canpolat – Nûçegihana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 

7.Selamet Turan – Rojnameger 

8.Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê

9. Bîrcan Yildirim – Derhênera Weşana Bîrcan TV Haber