Gultan Kişanak ji bo beşdariya mîtîngên 8’ê Adarê bang li jinan kir

Namzeda hevşeredariya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku girtiye, jinan vexwend çalakiyên 8’ê Adarê û got: “Ji bo îradeya jinan bi awayê herî bi hêz li qadan şewq bide, bi hev re bi hêzeke mezin divê em bixebitin.”

Navenda Nûçeyan- Ji dengê namzeda hevşeredariya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ku girtiye, derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî peyam şand. Di peyama ku li ser hesabên medyaya dijîtal hat parvekirin de Gultan Kişanak got: “Em jin di têkoşîna aştî û çareseriyê de di çeperên herî pêş de bûn. Ji niha û şûnde jî em ê di çeperên pêş de berdewam bikin.”

Gultan Kişanak careke din anî ziman ku weke jin ji bo çareseriyê rêbaza diyalog û muzakereyê pêşniyar kirine û ev tişt got:

“Li cîhanê rêbaza ku hat ceribandin û bi serkeftin bi encam bûye ev e. Rêbazên ji derveyî vê, girêdayî têkçûnê ne, ev jî tê wateya ku wê şer bidome û êş bidomin. Em ji ber vê sedemê li dijî polîtîkayên bimre û bikuje derdikevin. Heta dawiyê em ê li dijî polîtîkayên ku girêdayî têkçûn û têkbirinê ne derbikevin. Em ê heta dawiyê li dijî polîtîkayên teslîmgirtin, tunekirin û qirkirinê derbikevin. Em jin ji riya bi diyalog, muzekere û axaftina çareserkirina pirsgirêkan ji dil bawer dikin. Em vê weke têkoşîna xwe dibînin. Em ê têkoşîna vê bi awayê bi hêz bidin.

‘Em ê têkoşîna azadiya jinan bilind bikin’

Em ê vê daxwaza xwe di mîtingên 8’ê Adarê de di wê roja ku em ê têkoşîna azadiya jinan bilind bikin de bilind bînin ziman. Ji bo em vê bi têkoşîna civakî, dînamikên civakî bînin ba hev, em ê vê bi awayekî herî bi hêz îfade bikin. Ez bi vê boneyê spasiya xwe pêşkêşî hemû jinên ku beşdarî mîtingên 8’ê Adarê bûne, ked dane, bi coş û moralê xwe bi jinan re hatine ba hev, dikim. Ez hemû jinan vedixwînin mîting û çalakiyên 8’ê Adarê. Jin dê bi gotin, tilîlî, kefiyên xwe yên xemir, dakevin qadan. Ji bo piştevaniya jinan û têkoşîna wan a rêxistinkirî, îradeya jinan bi awayê herî bi hêz divê em bixebitin.”