Rapora der barê Aysel Tugluk de ji girtîgehê re hat şandin

Belgeya biryara der barê Aysel Tugluk de ya ku ATK'ê rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" dabû, gihîşt girtîgehê.

Navenda Nûçeyan-  Saziya Tiba Edlî (ATK) duh ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye, rapora “Nikare di girtîgehê bimîne” da. Lê Aysel Tugluk tevî raporê jî duh nehat berdan.

Piştî ku raporê di çapemeniyê de cih girt, parlamenterên HDP'ê biryarê ji Wezareta Dadê piştrast kirin. Malbata Aysel Tugluk, parêzer û wekîlên HDP'ê çûn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê. Piştî biryarê bendewariya ku duh seatên êvarê dest pê kir, tevahiya şevê berdewam kir.

Hat zanîn ku rapor gihîştiye ber destên rêveberiya girtîgehê. Tê payîn ku Serdozgerî muzakereya berdanê amade bike û ji Dadgerê Înfazê re bişîne. Piştî ku nivîs bigihîje ber destên dadgeriyê dê Aysel Tugluk bê berdan.