Polîsan êrîşî çalakgerên ji bo piştevaniya Şebnem Korur Fîncanci kirin

Polîsan êrîşê kedkarên ku ji bo piştevaniya Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ya sewqî Edliyeya Enqereyê hat kirin, li hev civiyan kirin.

Navenda Nûçeyan- Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber daxuyaniyên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê Tirkiyeyê ve hedef hat nîşandan û girtin, piştî kar û barên îfadedayînê anîn Edliyeya Enqereyê.

Di saetên sibehê de nûnerên gelek saziyên ked û pîşeyî ji bo piştevaniya Şebnem Korur Fîncanci li ber edliyeyê kom bûn. Nûnerên saziyên ked û pîşeyî yên ku xwestin bikevin edliyeyê hatin derbkirin, dîmengirtina rojnamegeran jî hat astengkirin.

Endamên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) û xwendekar bi erdê ve hatin kaşkirin û binçavkirin.