Biryar hat dayîn ku parezbendiya Salîha Aydenîz bê betalkirin

Di Komîsyona Têkel de biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bê betalkirin. Nîqaşên li ser betalkirina parêzbendiya Aydenîzê dê piştî hevdîtinên li Lijneya Giştî bi dawî bibin.

Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya xebatên betalkirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîzê de, civînên Komîsyona Têkel a ji Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ya Meclîsê pêk tê, bi dawî bûn. Parlamenterên HDP’ê têkildarî 5 fezlekeyên derbarê Aydenîzê de parastin kirin. Piştî parastinê komîsyonê dest bi dengdanê kir.

Piştî dengdayîna li komîsyonê, 5 fezleke jî yeko yeko ketin ber dengdayînê û bi dengên AKP, MHP û Partiya ÎYÎ'yê biryar hat dayîn ku parêzbendiya Aydenîzê bê betalkirin. HDP û CHP'ê di komîsyonê de dengê 'na' dan. Hat xwestin ku şerhên li ser biryara komîsyonê bên nivîsandin heta roja pêncşemê bên pêşkêşkirin.

Dê rapora Komîsyona Têkel de ku dê hevdîtinên komîsyonê û şerha bê dayîn jî tê de be, di meha Cotmehê de li Lijneya Giştî bê nîqaşkirin.