Qeyda girtîgehê ya Semra Guzel bi bijîjkiya ku ew jê hatibû hat îxrackirin, hat çêkirin!

Ji ber ku qeyda Semra Guzel ji ber wekîltiya wê nehat çêkirin, li ser erka wê ya bijîjkî ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin, hat çêkirin.

Navenda Nûçeyan- Li girtîgeha ku piştî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û şandin, sosretek din derket holê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, parêzerê wê Bulent Aşa diyar kir ku hê jî parlamenteriya Semra Guzel nehatiye betalkirin, got ku parlamenterek di girtîgehê de tê girtin.

Rêveberiya girtîgehê ji ber ku wekîltiya Semra Guzelê hê nehatiye xistin qeyda wê nikarî çêbike. Ji ber ku Semra Guzel nikaribûne qeyd bikin, jê pirsa ‘beriya ku hûn bibin wekîl we çi kar dikir’ pirsî ne û weke bijîşk qeyd kirine. Semra Guzel di sala 2015'an de bi KHK’ê ji erka xwe ya bijîjkî hatibû îxrackirin.

Parêzerê wê diyar kir ku di vê pergalê de jî wekîlek nikare bê girtin û got: “Ev rewş nîşan dide ku tişta qewimiye çiqas bêhiqûqî ye.”