Hejmara kesên di erdheja Çînê de jiyan xwe ji dest dan derket 74’an

Di erdheja ku li eyaleta Sichuan a Çînê pêk hat de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 74’an, zêdetirî 250 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên Çînê ragihandin ku hejmara kesên di erdheja li başûrê rojavayê Çînê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 74’an, zêdetirî 250 kes jî birîndar bûne û 26 kes jî winda ne.

Li gorî dezgehên ragihandinê, di nava kesên li Tîbetê jiyana xwe ji dest dane 37 qurban û 170 birîndar hene, rewşa 56 ji wan giran e û li parêzgeha Ximianê jî 28 qurbanî çêbûne û 78 kes jî birîndar bûne.

Li eyaleta Sichuan a başûrê rojavayê Çînê 5’ê îlonê roja duşemê, erdhejek bi mezinahiya 6,6 pêk hat û di encamê de bi dehan kes mirin û gelek xanî hilweşiyan.

Li gorî dezgehên ragihandinê, erdhej di kûrahiya deh kîlometreyan de pêk hatiye û navenda wê 39 kîlometre dûrî wîlayeta Luoding e. Lê rayedarên bajarê Yanê yê nêzî navenda erdhejê 17 qurbanî piştrast kirine û rayedarên navçeya Garzî jî 29 qurbanî tomar kirine. Hat ragihandin ku malan xisar dîtiye û li hin deran jî têkilî qut bûne.