Profesorek li Mexrîbê bi sûcdariya destdirêjiyê hat girtin
Li bajarê ya Casablanca ya Mexrîbê, profesorê ku destdirêjiya zayendî li xwendekarên xwe kir. Profesorê êrişkar hat girtin û hat ragihandin ku gelek jinên ciwan rastî êrişa heman kesê hatine.

Mexrîb – Dadwerê lêkolînê yê dadgeha temyîzê ya li Casablanca ya Mexrîbê, profesorekî zimanê Fransî ku di saziyeke perwerdehiyê ya taybet de dixebitî, bi sûcê destdirêjiyê ya li dijî komek xwendekar, veguhezand zindana Ain Sebaa. Hat ragihandin ku profesor duh ji ber îdiayên li ser wî hatine binçavkirin.
Pêvajoya dozê bi serlêdana yek ji xwendekaran a li meqamên edlî dest pê kir. Piştî ku jina ciwan der barê mamoste de ji dayika xwe re got ku "wê soza zewacê da û soza xwe bi cih neanî" malbat ketin nava tevgerê. Dayikê xwest bi profesorê re hevdîtinê bike, lê dema ku daxwazên malbatê yên hevdîtinê neyînî bûn, doz sewqî edliyeyê kirin.
Gelek zarok hene
Bi heman awayî hat ragihandin ku gelek jinên ciwan ên mexdûr bûne û di dema muayeneyan de li ser laşê zarokan jî nîşaneyên têkiliya zayendî ya bi zorê hatiye dîtin. Her wiha hat ragihandin ku sûcdarê tacîz û tecawizê li Casablanca xaniyek bi kirê wek cihê sûc bi kar aniye.
Par bi bandora doza ku li Fakulteya Hiqûqê ya Settatê bi navê "sex a ji bo puanan" tê binavkirin hatibû destpêkirin, li dibistan û zanîngehan dosyayên tacîza zayendî derketibûn pêş. Ji aliyeke din ve li Mekteba Nîştimanî ya Bazirganî û Birêveberiyê ya bajarê Ojdeyê bûyera destdirêjiyê hatibû jiyîn.