Şîlêr Resûlî ya li dijî destavêtinê xwe ji avahiyê avêtibû û jiyana xwe ji dest da
Şîlêr Resûlî ya ji bo hewla tecawizê ya cîrana xwe negire, xwe ji avahiyê avêtibû, duh danê nîvro jiyana xwe ji dest da. Jinên Merîwanî li dijî kuştina jinan li kolanên bajêr çalakî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Şîlêr Resûlî ku li hember hewla destavêtinê ya cîrana xwe ku bi hinceta alîkariyê hatibû mala wê xwe biparêze, xwe ji balkona mala xwe avêtibû, duh danê nîvro jiyana xwe ji dest da. Heta niha ne diyar e ku berpirsê destavêtinê Goran Qadrî hatiye girtin yan na.
Şîlêr Resûlî piştî bûyerê li nexweşxaneya Senendcê dihat dermankirin, lê duh bijîjkan ragihandibûn ku tevî hemû hewldanan nekarînn wê rizgar bikin. Jinên Merîwanê duh li ber avahiya edliyeyê daxwaza edaletê ji bo Şîlêr Resûlî kirin û xwestin ku ji bo sûcdar cezayê herî giran bê dayîn.
Dosyaya sûcê kiryar şîn bûye
Hate diyarkirin ku berpirsê sûcê bi navê Goran Qadrî beriya niha jî gelek caran ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye binçavkirin. Nehat hînbûn ku kiryarê ku di nav de dizî, xerckirin û tacîz di nav de gelek dosyeyên sûc hene, der barê bûyera dawî de hatiye binçavkirin an na.
Jinên Merîwanî çalakî pêk anîn
Li Merîwanê jinên çalakger li dijî kuştina jinan daketin qadan û xwestin kujer bi tundî bên cezakirin dest bi çalakiyan kirin. Duh jî jinên Merîwanê li ber avahiya edliyeyê daxwaza “edaletê” kirin, piştî nûçeya koça dawî ya Şîlêr Resûlî îro li gelek kolanên bajêr dest bi çalakiyê kirin.