Polîsan bi ser mala yên qetilkirina Denîz Poyraz pirotesto kirin de girtin
Polisan, serê sibehê bi ser mala aktîvîstên TJA'yê û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê ku qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin de girtin û ew binçav kirin.

Navenda Nûçeyan - Di saetên serê sibehê yên zû de polisan, li Stenbolê bi ser malan de girtin û herî kêm 4 aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê binçav kirin. Hat hînbûjn ku polisan li malên hemû rêveberên HDP'a Esenyûrtê lêgerîn pêk anîne. Polisan, ji bo binçavkirinê weke hincet şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz nîşan dan.
Kesên hatine binçavkirin navê wan wiha ne: Aktîvîsta TJA'yê Salîha Yoyle rêveberê HDP'a Esenyûrtê Kerem Îpeklî, Hevserokên berê yên HDP'a Esenyûrtê Nedîm Karçik û Hanim Sever.